‘Pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye'

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Umer Cafer binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê Sûriyê û gelê Sûriyê dike hedef, di heman demê de nahêle bi tu awayî welatê kurdan ava bibe.

‘Pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye'
21 mijdar, 2018   07:01

ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Umer Cafer di hevdîtinekê li gel ajansa me ANHA‘yê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê nirxand.

Cafer got, Partiya Demokratîk a Pêşverû ji destpêka aloziya Sûriyê dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker û mêtînger hewl dide ku tevahî xaka Sûriyê dagir bike.

Cafer destnîşan kir ku daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Tirk ên der barê doza Kurd de ji her kesî re eşkere ye ku hebûna kurdan dike hedef û wiha anî ziman: "Dagirkeriya Tirkiyê ji doza kurdî û avakirina welatekî kurdî serbixwe li ser xaka xwe ya dîrokî ditirse. Lew re aramiya herêmê dike armanc û êrîşî jîngehan dike."

Cafer anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê ji ber binpêkirinên xwe yên li djiî gelê Kurd zû an dereng be dê berdêlên vê yekê bide.

Umer Cafer banga yekrêziyê û xebateke hevbaş ji bo doza kurdî li gelê Kurd bi hêzên xwe yên siyasî kir û ev tişt anî ziman: "Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û ji bo berjewendiyên gelê xwe xebatê bike. Lê mixabin her aliyek li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Hin kesayetên kurdî hene ji bo hin dolaran ji Tirkiyê bigirin dikevin hembêza wê û şerê kurdan dikin. Dagirkeriya Tirkiyê van kesan li gel xwe digre û wan ji bo reşkirina tevger û partiyên kurdî yên azadîxwaz dixebitîne. Li hemberî van hewldanan divê em yekitiya xwe ava bikin."

Umer Cafer di dawiya axaftina xwe de got, Partiya Demokratîk a Pêşverû li Sûriyê pêşniyara avakirina lêvegereke Kurdî kir da ku nûnertiya gelê Kurd di qadên navdewletî bike û anî ziman ku hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ev pêşniyar têk bir.

ANHA