Welatiyekî Filistînê jiyana xwe ji dest da

Ciwanê Filistînê Ebdulrehman Elî Ebû Cemel ê 17 sal ku hefteya derbasbûyî di encama gulebarana hêzên Îsraîlê bibrîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Welatiyekî Filistînê jiyana xwe ji dest da
20 mijdar, 2018   21:51

XEZA

Ebdulrehman Elî Ebû Cemel hefteya derbasbûyî bi bihaneya ku bi kêrê êrîş navenda Polîsan  a li gundê Cebel El-Mekber a bajarê Qudisê kiriye di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de birîndar bibû.

Ebû Cemel piştî ku birîndar bû roja çarşemê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate girtin û îro di nexweşxaneya Şearî Tesdîq a Îsraîlê ya li Qudisê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Îsraîlê êvara çarşemê ragihandibû ku ciwanekî Filistînê bi kêrî êrîşî navenda polîsên Îsraîlê kirin û hin polis birîndar kirin, roja din hêzên Îsraîlê girtin ser mala Ebû Cemel û zêdyî 10 kes di nav de 3 jin girtin.

Malbata Ebû Cemel gelek caran xwest ku bi rêya kamîrerên li navenda polîsan bûreyê bide xuyakirin.

Malbatê got ku kurê wan beriya ji mal derve wan agahdar kiribû ku ew bê biçe dukanê şîr bikire û venegeriya, herî dawî bi êrîşa li dijî navenda polîsan a gund hate tewanbarkirin.

ANHA