Cemal Reşîd: Divê destûr vîna pêkhateyên Sûrî nasbike

Endamê Buroya Têkiliyan ê Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd got amadekirina destûra Sûriyê ji aliyê dewletên derve ve, nakeve xizmeta gelê Sûriyê û tenê xizmeta berjewendiyên wan dike. Her wiha tekez kir ku divê destûr berhema nêrînên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê be.

Cemal Reşîd: Divê destûr vîna pêkhateyên Sûrî nasbike
21 mijdar, 2018   05:20

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di hevdîtinek li gel ajansa me têkildarî geşedanên dawîn ku li herêmê rû didin, endamê Buroya Têkiliyan ê Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd axivî. Cemal destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, parastina hebûna DAIŞ'ê û astengkirina pêngeva bagera Cizîrê ye. Reşît bal kişand ser destûra nû hewl tê dayîn were amadekirin jî got, divê ev destûr mafê hemû gelên Sûrî bi parêze.

Di destpêka axaftina xwe de Cemal behsa binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê kir û got: "Ji destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê ve, Tirkiye xwest demografiya kantonê biguhere û hebûna Kurd lê tune bike. Ji xwe ev bi sedan salane dijminahiya gelê Kurd dike. Dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe li Efrînê rawa bike, di van demên dawîn de deriyek bazirganî di navbera Efrîn û Eyelata Hatayî vekiriye."

Her wiha di berdewama gotinên xwe de Cemal Reşîd destnîşan kir ku Erdogan di civîna çaralî de negihaşt armanca xwe û wiha pê de çû: "Armanca Erdogan ji civînê de avakirina koalîsyonek Ewropa-Asyayî bû. Ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Lê ev civîn mîna hemû civînên ku bi mebesta çaraserkirina aloziya Sûriyê li dar dikevine, tu dewlet ji bo berjewendiyên xwe naxwazin aloziya Sûriyê bi dawî bibe. Ji ber ku eger alozî çareser bibe, wê demê tu rol ji wan dewletan re li Sûriyê namîne."

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê Cemal Reşîd got: "Tirkiye bi van êrîşan dixwaze temenê DAIŞ'ê dirêj bike. Tirkiye di êrîşên xwe de îdia dike ku QSD terorîste. Lê tiştên ku li ser erdê diqewimin berovajî wê ispat dike.

Dewleta Tirk sivîl kirin hedef û zaroka bi navê Sara hate kuştin. Gelo Sara terorîst e? Bi dîtina min de êrîşên Tirkiyê bi erêkirina Amerîkayê pêk hatin. Ji ber ku Tirkiye û Amerîka bi dehan sale hevalbendê hevin. Tirkiye beyî wê nikare êrîşan bike. Amerîka di navbera Tirkiyê û QSD'ê rola navgîn dilîze. Bi awayekî ku bandor li têkiliyên wê yê bi her du aliyan re jî neke. Ji aliyekî din ve Amerîka li gel QSD'ê şerê DAIŞ'ê li ser bingeha ku terorîst in dike."

Divê destûr mafê gelên Sûrî bi parêze

Di dawiyê de Cemal Reşîd bal kişand ser niqaşên ku di derheqê destûra sûrî a nû têkirin wiha got: "Destûra ku ji aliyên dewletên derve bê dayîn, tenê berjewendiyên wan diparêze. Divê pêkhateyên gelê Sûriyê li ser bingeha civaka demokratîk, edalet û wekheviyê destûra xwe bi xwe deynin. Lê ev tişt heta ku berjewendiyên wan dewletan li Sûriyê bi dawî nebe ne pêkane."

(şx)

ANHA