ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 .11.2018
21 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên Minbicê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şaban Yûsif  li Goristana Şehîdan oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan şahiyekê li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê bi navnîşana "Şûnwarên Minbicê" formekê li hola ciwanan li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kurdên herêma Cizîrê li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker banga yekitiyê li partiyên siyasî kirin û diyar kirin ku bersiva herî guncaw a li hemberî êrîşên dewleta Tirk yekrêziya gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx êla El-Bû Esaf li Sûriyê tekez kir ku êlên herêmê amade ne xaka xwe li hember zêdegaviyên Tirkiyê biparêzin û got: "Em weke şêx û rûspiyên êlên herêmê xwîna şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê tola wan hilînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel paşguhkirina aliyên navdewletî rewşa şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, mayînên çeteyên DAIŞ'ê giyana şêniyan dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Têkiliyan ê Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd got amadekirina destûra Sûriyê ji aliyê dewletên derve ve, nakeve xizmeta gelê Sûriyê û tenê xizmeta berjewendiyên wan dike. Her wiha tekez kir ku divê destûr berhema nêrînên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Umer Cafer binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê Sûriyê û gelê Sûriyê dike hedef, di heman demê de nahêle bi tu awayî welatê kurdan ava bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê çalakiyan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî du salan ji amadekirinê re Gundê Jinwar 25‘ê Mijdarê vedibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Desteya Jin û komîte û desteyên girêdayî wê yên rêveberiyên sivîl û xweser re dicive, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê çalakiyên mîhrîcana "Dengvedana dengê xwe" bi dawî dike. saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di 40 saliya xwe de li ser erebeya xwe ya 3 dûlab digere û li alavên kevin digere da ku pê debara malbata xwe bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Xinêz yê girêdayî gundewarê bakurê Reqayê bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kirin ku navenda tenduristiyê ya gund aktîf bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Cûdî(Xêrka) ya bajarê Dêrikê ji ber zêdebûna hejmara xaneyên sewalan (stewl-axur) û zêdebûna abandorên wê yên neyînî bi gilî û gazinc in. Ji aliyê xwe ve şaredariyê soz da pirsgirêkê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA