Li gundewarên Dêrazorê kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê hate dîtin

QSD‘ê li gundê Siwêdan ê Dêrazorê kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê dît.

Li gundewarên Dêrazorê kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê hate dîtin
20 mijdar, 2018   19:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kir ku şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Siwêdan ê Dêrazorê kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê dîtin.

Heman çavkaniyê ragihand ku şervanan bi dehan mayîn û bombe û madeyên çêkirina mayînan desteser kirin.

ANHA