QSD‘ê akademiyek nû ji bo perwerdekirina fermandaran vekir

Rêveberiya Perwerdeya Navendî ya QSD‘ê ya li herêma Firatê akademiyeke taybet ji bo perwerdekirina fermandaran vekir û dewreya yekem da destpêkirin.

QSD‘ê akademiyek nû ji bo perwerdekirina fermandaran vekir
QSD‘ê akademiyek nû ji bo perwerdekirina fermandaran vekir
QSD‘ê akademiyek nû ji bo perwerdekirina fermandaran vekir
QSD‘ê akademiyek nû ji bo perwerdekirina fermandaran vekir
QSD‘ê akademiyek nû ji bo perwerdekirina fermandaran vekir
20 mijdar, 2018   19:06

GIRÊ SPÎ

Akademî li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi navê "Şehîd Botan Tirkmen" hate vekirin. Di heman demê de dewreya yekem bi navê "Şehîd Demhat Qamişlo" yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû hate destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê dê du mehan berdewam bike. Di dewreyê de dê waneyên li ser hunera şer û parastinê û şêwazên şer bêne dîtin.

Di merasîmê vekirina akademiyê de hejmarek fermandarên QSD, YPJ û YPG‘ê amade bûn.

Merasîm bi turana leşkerî dest pêk kir. Ji fermandarên QSD‘ê Kanî Xelîl axivî û vekirina akadmiyê pîroz kir.

Xelîl, tekez kir ku QSD‘ê li ser hemû hunerên şer perwerdeyan dibîne da ku ji her êrîşan re bibe bersiv, her wiha hêviya serkeftinê ji şervanan re xwest.

Di dawiyê de şervanên tev li perwerdeyê bûne sûnda leşkerî xwarin.

ANHA