‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû

Bi tevlêbûna bi dehan nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, şêniyên herêmê û kesayetên serbixwe panêleke berfireh li bajarê Minbicê hat lidarxistin.

‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
‘Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye‘ navnîşana panêla li Minbicê bû
20 mijdar, 2018   18:49

MINBIC

Panêl bi dirûşma "Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye " ji aliyê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk li Sûriyê ve li hola civînanan a Meclisa Zagonsaz a Minbicê hate lidarxistin.

Panêl ji 3 beşan pêk hat. Sedemên aloziya Sûriyê, hewldanên çareserkirinê li gel şerên berjewendiyên herêmî û navdewletî û nêrîna çareseriyê ya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk li Sûriyê.

Di beşê yekem ê panêlê de sedemên aloziya Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Hate gotin ku bi sedema destwerdanên derve şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya aştiyane derket, dewletên derve fitine li herêmê belav kirin û li hemberî gelê Sûriyê lîstokan dikin. Her wiha hate gotin ku komên çekdar bi navên cûda xirabiyan dikin û rewşa li Efrînê ya ku ji aliyê leşkerên Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin rastiyê vê yekê diyar dike. Di nîqaşan de her wiha hate destnîşankirin ku nebûna çanda welatparêziyê aloziya kurtir dike.

Di beşê duyemîn a panêlê de senevîzyonek têkildarî aloziya Rojhilata Navîn, nakokiyên li ser nexşeya Rojhilata Navîn de, çawa Rojhilata Navîn di navbera gelek welatan de hatin xêzkirin hate nîşandan.

Beşdaran tinekirina terorê wekî gava yekem a çareserkirina aloziyê Sûriyê dibîne, gava duyamîn a ber bi çareseriyê ve danîna çekan û pêkanîna diyalogan e. Her wiha bal hate kişandin ser insyatîfên Meclisa Sûriyeya Demokratîk a vexwendina hemû aliyan ji bo diyalogan.

Di beşê dawî ya panêlê de Rêvebera Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Muna Xelef nêrîna hevbendî ya çareseriyê  destnîşan kirin û got, nêrîna me du aliyên xwe hene. Desturî û azadiya giştî. Muna di mijara destur de tekezî li ser bingehê welatparêzê û piraniya civakî û ne navendîbûyîn wekî şilkê hikum û edaleta civakî aktîvkirina rola jin û ciwnan kir.

ANHA