Çeteyên artêşa dagirker Şehbayê topbaran kir, birîndar hene

Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îs ya herêma Şehbayê topbaran kir, di encamê de zarokek û welatiyek birîndar bûn.

Çeteyên artêşa dagirker Şehbayê topbaran kir, birîndar hene
Çeteyên artêşa dagirker Şehbayê topbaran kir, birîndar hene
20 mijdar, 2018   13:21

ŞEHBA

Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker yên di bajarokê Mari dane, gundê Şêx Îs ya herêma Şehbayê ku li ser sînorê bajarokê Mari, topbaran kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me li herêma Şehbayê wergirtine, çeteyên arêtşa Tirk a dagirker di seat 13:00`an gund topbaran  kirin û topek li navenda gund ket xwarê.

Di topbaranê de zarokek û welatiyek birîndar bûn û şêniyan ew rakirin nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Şehbayê.

Navê zarokê birîndar Mihemed Hec Omer (9) ji şêniyê gundê Şêx Îs e.

Her wiha şêniyê birîndar jî navê xwe Hisên Ehmed (52) ji şêniyên gundê Zerko yê herêma Raco ya Kantona Efrînê ye û di pişta xwe de birîndar e.  li gorî çavkaniyên tenduristî rewşa Hisên ne baş e.

(jo)

ANHA