`Dadgeha Mafên Mirovan hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ye`

Şêniyên Efrînê têkildarî bersiva Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku giliyên şêniyên yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne temam dibîne diyar kirin ku dadgeh bi vê nêzîkatiya xwe şerîkê komkujiyên Tirkiyê yên der heqê gelê Efrînê de ye.

`Dadgeha Mafên Mirovan hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ye`
`Dadgeha Mafên Mirovan hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ye`
`Dadgeha Mafên Mirovan hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ye`
`Dadgeha Mafên Mirovan hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ye`
`Dadgeha Mafên Mirovan hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ye`
20 mijdar, 2018   14:48

ŞEHBA

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê delîlên binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê xwestibûn. Rexmî belegeyên ku rastiya van binpêkirinana îsbat dike jî ji rêxistin û hiqûqnasên ewropî wergirtin jî lê gilî ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewroayê ve rastî neqebûlkirinê hat.

Biryara redekirinê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji aliyê gelê Efrînê yên li kampa Berxwedan a Şehbayê ve rastî nerazîbûneke tund hat. Bi sedan şêniyên Efrînê li kampa Berxwedan çalekiyeke protestoyî li dar xist.

Beşdaran wêneyên zarokên Efrînê ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatin qetilkirin û wêneyên wêrankirina li Kantonê pêk hatiye hilda bûn. Her wiha pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî û Înglîzî nivîsandibûn "Dadgeha edaletê sucên Tirkiyê vedişêre","Bêdengiya desteyên navdewletî rê ji terora Erdogan re vedike","Ji biryarên parastina terorê dikin na" vekiribûn.

Çalakiya protetoyî bi axaftina Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo destpê kir. Şîraz di axaftina xwe de sedema vê nêzîkatiya Dadgeha Ewropayê pirsî û got: "Em ê dengê xwe bilind bikin, dengê me li pêşiya balefirên giran nesekinî, ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bikar tîne nesekinî."

Şîraz di nava axaftina xwe de wiha got:"Dema ku em dibêjin em hene, ev tê wateya hebûna rûmet, bawerî û îsrara."

Şîraz soza dewamkirina rêya şehîdan dan û wiha got:"Rewşa ku niha me jiyan dikin zehmet e, serbilindiyeke ji me re ji ber ku em her tiştî tehmûl dikin ku em ê Efrînê ji terorê rizgar bikin."

Li aliyekî din jî mafnasê bi navê Îsrafîl Mistefa destnîşan kir ku êrîşên ku artêşa dagirker pêk tîne, hemû zagonên navdewletî derbas kirin û wiha got:"Tirkiyê bi êrîşên xwe hemû zagonên navdewletî derbas kirin, çekên kimyawî li dijî şêniyên Efrînê bikar anî, bi balefiran û çekên giran mal bombebarand. Hemû binpêkirin li ber çavê cîhanê rû dide,, lê ev yek diyar dike ku ew jî di êrîşên li ser Efrînê de beşdar in."

Îsrafîl tekez kir, redkirina dadgehê diyar dike ku ew nikare parastina mafên mirovan bike û got "Dadgeha mafên mirovan ji me re got ku divê hûn biçin dadgehên Tirkiyê û belgeyan bidin, em ê çawa biçin dewletekê ku wateya demokrasî û azadiyê nizan e, wê çawa giliyên me radestî dadgehên navdewletî bike. Ev dide diyarkirin ku dadgeha mafên mirovan a ewropa hevalkarê sucan e."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû

(jo)

ANHA