Nerazîbûna li hemberî  binpêkirinên dewleta Tirk didome

Jinên li Şehbayê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakurê Sûriyê şeremzar kirin û bang li hiqûqa mafê mirovan kir ku ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemîne.

Nerazîbûna li hemberî  binpêkirinên dewleta Tirk didome
5 mijdar, 2018   15:34

ŞEHBA

Nerazîbûn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê didome. Endamên Yekitiya Jina Azad û endamên meclis û desteyên kantona Şehbayê li ser mijdarê daxuyanî dane û êrîş şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê endama Mala Jin a navçeya Til Rifetê Wela El-Hesûs ve hate xwendin.

Wela got: "Ji beriya hefteyekê artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên li ser sînor ên Bakurê Sûriyê wekî Girê Spî û Kobanî kirin, di encamê de hin sivîl, di nav de zarokeke 6 salî şehîd bû û hin din jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku di heman demê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeteyên DAIŞ‘ê  ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire li bargeha Hecînê ya Dêrazorê têk dibe êrîşî Bakurê Sûriyê dike û hate gotin ku Tirkiyê bi van êrîşên xwe hewl dide pêşketinên QSD‘ê asteng bike û DAIŞ‘ê li herêmên din ên Bakurê Sûriyê ji nû ve zindî bike.

Wela, bi navê Yektiya Jinên Azad a Şehbayê êrîşên Tirkiyê yên li ser gelê sivîl şermezar kirin û bang li hiqûqa mafê mirovan û Koalîsyona Navdewletî  û hemû welatên cîhanî kirin ku ji gefên Tirkiyê yên li djî herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyeyê bêdeng nemîne.

ANHA