Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin

Li ser daxwaza şêniyan, Şaredariya Gel a gundê Robariya rêya Girkê Mîro bi bermahiyên kevirên hûr çêkir.

Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin
Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin
Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin
Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin
Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin
Bihatina zivistanê re rêya Girkê Mîro hate çêkirin
5 mijdar, 2018   13:29

QAMIŞLO

Komîna gundê Girkê Mîro ya girêdayî herêma Dêrîkê ji Şaredariya Gel xwest ku rêya gund sererast bikin da ku tevgera çûn û hatina li gund hêsan bibe û zehmetiya ku şênî di demsala zivistanê de dikşînin kêm bibe.

Şaredariya Gel li gundê Robariya ya girêdayî herêma Dêrîkê dest bi projeya sererastkirina rêya gund a ku dirêjiya wê 3 Km û firehbûna wê 6 metreye kiriye. Hat gotin ku ji bo sererastkirina rê wê 5 melyon leyreyên sûrî bê xerckirin.

Hevserokê Şaredariya Robariya Ibrahîm Osman destnîşan kir ku, proje li ser du pêngavan hatiye destpêkir û wiha got:"Pêngava yekemîn qeşartina rêye û ya duyemîn jî bermahiyên kevirên hûr li ser rêyê raxistine. Ew rê xizmeta 5 gundên derdora gund dike."

Li aliyekî din endama komîna gund Gulistan Mîro li ser pêkanîna projeyê spasiya Şaredariya Robariya kir. Gulistan da xuya kirin ku, ev proje bi hevkariya di navbera Şaredariya Gel û komîna gund pêk hat û wiha dewam kir "Me serdana rêya ku hatiye çêkirin kir û rê baş hatiye çêkirin."

Gulistan di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Pêkanîna projeyê wê zehmetiyên ku şênî di demsala zivistanê de dibînin, kêm bike."

(jo)

ANHA