MSD: Bijîşkên sînornenas hemû xebatên xwe ranewestandine

Ebdilqadir El-Miwehed diyar kir ku gotegotên ku hin dezgehên çapemeniyê der barê rawestandina rêxistina Bijîşkûn Sînornenas de belav dikin dûrî rastiyê ne û piştrast kir ku rêxistinê hemû xebatên xwe ranewestandine û tenê dema ji xebatên wan re hatiye diyarkirin li kampa Eyn Îsa û bajarê Tebqayê bidawî bûye û tenê beşekî wê xebatên xwe rawestandine.

MSD: Bijîşkên sînornenas hemû xebatên xwe ranewestandine
MSD: Bijîşkên sînornenas hemû xebatên xwe ranewestandine
5 mijdar, 2018   12:52

GIRÊ SPÎ / EHMED EL-KEMYAN

Hevserokê Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovahî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ebdilqadir El-Miwehed ji ajansa me ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dema ji rêxistina Bijîşkên Sînornenas re hatiye diyar kirin li hin herêman bi dawî bûye û dê xebatên xwe li hin herêmên din berdewam bike.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas a Fransayê OCP ragihand ku çalakiyên xwe li herêmên Kobanê, Kampa Eyn Îsa û bajarê Tebayê rawestandiye. Lê hin dezgehên çapemeniyê ev mijar bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê ve girêdan. Her wiha diyar kir ku rawestandina Xebatan tenê beşê Fransî OCP digire nava xwe û beşên OCA û OCC yên rêxistinê nagire nava xwe û evan herdu beş hêjî xebatên xwe li Bakurê Sûriyeyê berdewam dikin.

El-Miwehed diyar kir ku hin dezgehên çapemeniyê mijar bi awayekî objektîf wernegirtine û armancên wan ên siyasî li paş vê yekê hene û wiha domand: "Rêxistinê beşê Fransî fermî em agahdar kirin ku ji ber kêmasiyên fînansekirinê dê xebatên xwe li kampa Eyn Îsa û bajarê Tebqayê rawestînin. Ev mijarekî normal a rêxistinan e ."

El-Miwehed da zanîn ku beşê Holendî jî çalakiyên xwe di sala borî de li bajarê Minbicê bi dawî kirin û ber bi bajarê Reqayê ve çû û di wê demê de jî hin dezgehên çapemeniyê mijar bê objektîf wergitin û îdîa kirin ku ewlehî di bajêr de tune ye.

El-Miwehed di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku tişta ku evan dezgehên çapemeniyê îdîa dikin heman mijara sala borî ye û beşê Fransî yê rêxistinê ji ber pirsgirêkên fînansekirinê çalakiyên xwe li hin deverên Bakurê Sûriyeyê rawestandin û dê pilansaziyeke nû ji bo xebatên xwe li Bakurê Sûriyeyê nîşan bide.

El-Miwehed da zanîn ku evan îdîayên van dezgehên çapemeniyê di çarçoveyeke armacên siyasî de ye û ti bingeheke rastiya wî tune ye  û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rawestandina çalakiyên rêxistinê bi êrîşên dawî yên artêşa Tirk a dagirker ve girî didin. Em piştrast dikin ku ev girêdana wan dûrî rastiyê ye."

ANHA