Kurdistaniyên li Finlandayê Saziya Malbatên Şehîdan ava kirin

Kurdistaniyên li Finlendayê yekemîn saziya Malbatên Şehîdan ava kirin.

Kurdistaniyên li Finlandayê Saziya Malbatên Şehîdan ava kirin
28 cotmeh, 2018   18:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li Finlandayê  bi tevlêbûna bi dehan malbatên şehîdên Kurdistanê ji bo avakirina Saziya Malbatên Şehîdan civîneke li dar xistin.

Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku bi keda şehîdan gelê Kurd têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîke asîmîlekirinê didomîne û serkftinên mezin bi dest xistin.

Di axaftinan de, têkoşer Bêrîtan Bêrîtan hate bi bîranîn û hate gotin Bêrîtan bûye sembola jina azad û berxwedêra azadiya gel û hemû jinan.

Di civînê de piştî axaftinan, 9 kes ji malbatên şehîdan wekî endamên Saziya Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de senevîzyoneke têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan hate nîşandan, her wiha wêneyên şehîdan li beşdaran hatin belavkirin.

Civîn bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA