Kurdên li Lubnanê dagirkeriya Tirkiyê protesto kirin

Kurdên li paytexta Lubnan jiyan dikin dagirkeriya Tirkiyê li pêşiya avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî  şermezar kirin û banga derxistina hêzên dagirker ji Efrînê kirin.

Kurdên li Lubnanê dagirkeriya Tirkiyê protesto kirin
28 cotmeh, 2018   18:04

BEYRÛT

Kongreya Star li Lubnanê di çarçoveya pêngava "Jin ji bo Efrînê serî hilde" de mîtîngeke li pêşiya avahiya Komseriya Neteweyên Yebûyî organîze kir.

Di çalakiyê de alên Kongreyê Star, wêneyên şehîdên Pêngava Berxwedana Serdemê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê û silavkirina Berxwedana Serdemê di avêtin.

Di mîtîngê de daxuyaniyeke bi navê Kongreya Star ji aliyê Hediya Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkirina Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li Efrînê bi piştgirî û lihevkirinên gelek welatan pêk hat. Her wiha  hate destnîşankirin ku di encama êrîşên li ser Efrînê ji hemû pêkhayên civakî gelek qurbanî çêbûn.

Di berdewama daxuxyaniyê de hate gotin ku rexmê êrîşên hovane gel 58 rojan berxwedaneke bêhempa ku mîna wî di dîrokê de tine ye li hemberî duyemîn mezintirîn hêz di NATO‘yê de nîşan dan. Berxwedana Serdemê heya niha berdewam e.

Kongreya Star bal kişand ku herî zêde jin, zarok û xityar ji binpêkirinan zirar dîtin û wiha hate domandin: " Wekî tê zanîn herî zêde jin, zarok û kesên bi temen ji binpêkirinên hovane zirar dîtin. Hêzên dagirker bi armanca koçberkirina niştecihên resen ên Efrînê polîtîkeyên guhertina demografî pêk tînin. Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyê ve hemû pêkhaateyên gelê Sûriyê yên ku bi hovîtiya terorê reviyane hembêz kir. Berxwedana gel pilan û komployên hêzên dagirker têk birin. Bi taybet berxwedana jinên Efrînê."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku, Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye, ji ber vê yekê di serî de jin kirin hedef û ev wiha hate destnîşankirin: "Delîlê vê yekê şehîd Barîn Kobanê ye û bi dehan mînakên wê hene. Niha jî destdirêjê li hemberî jinan tê kirin, rûmeta wê tê binpêkirin, çandeke cuda, cilên ne ji çanda wê lê ferz dikin. Heman kiryarên ku DAIŞ‘ê li hemberî jinên Şengalê kirin îro hêzên dagirker li Efrînê dûbare dibin. Lê berxwedana jin hemû pilanên wan têk bir, mîna berxwedana Şehdî Avesta Xabûr û gelek mînakên wê hene ku canê xwe feda kirin da ku nehêlin Tirkiyê derbasî Efrînê bibin. Madem ku mînakên van têkoşeran hene wê dagirker rihet nebin, ji ber ku bi sedan jin li Efrîn û Şehbayê xeta Barîn û Avesta didomînin û xwe bi rêxistin kirine."

Daxuyanî wiha hate bi dawî kirin: "Bi navê Kurdên li Lubnanê û Rêxistina Kongreya Star:

-Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku zextê li dagirkeriya Tirkiyê bikin da ku leşker û çeteyên xwe ji Efrînê derxînin û girantiya qanûnî ji bo vegera hemû sivîlanan bide.

-Em bang li rêxistinên navdewletî û yên mirovî dikin ku alîkariyên ji şêniyên Efrînê re yên li kampan bişînin.

- Em banga avakirina komîteyeke lêpirsînê dikin da ku binpêkirinên hêzên dagirker bi sponseriyeke navdewletî bi belge bike.

-Em banga rawestandina îşkenceya bendenî, qetilkirin û destdirêjiya li ser jinan ji aliyê sûcdarên artêşa Tirk û çeteyên wê ve dikin.

-Her wiha em banga rakirina tecrîdê li ser rêberê gelê bindest Abdullah Ocalan dikirin, em teqez dikin ku azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya hemû jinan û gelên herêmê ne.

Em bêdengiya navdewletî ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan û destdirêjiya li ser jinan şermezar dikin û bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo azadiya jinên Efrînê serî hildin."

ANHA