Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê hejmarek ji rewşenbîrên ku beşdarî Mihrîcana Osman Sebrî bûne û gotarbêjên panelên 'Geşpêdana Mirovî' ên ku komîtey li dar xistiye, xelat kir.

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hejmarek rewşenbîr xelat kir
28 cotmeh, 2018   15:48

MINBIC

2'yemîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêje bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê di 11'ê Cotmehê de li dar ket. Çalakiyên Mihrîcanê 3 rojan li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewam kir. Di wê demê de mihrîcana diyarî Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate kirin. Di çalakiyan de pêşbirkên helbestan, kurteçîrok û gotar bi 3 zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî li dar ketin.

Îro Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê hejmarek ji rewşenbîrên ku beşdarî Mihrîcana Osman Sebrî bûne û gotarbêjên panelên 'Geşpêdana Mirovan' ku komîteyê li dar xistibûn bi şahiyekê xelat kir. Şahî li dika Komîteya Çand û Hunerê ya dibistana amadehî ya pîşeyî li dar ket.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê Mihemed Said Qebirtawî axivî û pesna xebatên beşdarên Mihrîcana Osman Sebrî da. Her wiha destnîşan kir ku ev xelat bi mebesta teşwîqkirin û spasiya xebatên wan hat.

Piştre gotarbêjên semînerê 'Geşpêdana Mirovî' ku komîteyê li dar xistibûn, Xelîl El-Hac û Ehmed Şihatê beşek ji semînerê xwe xwendin.  Her wiha kurtefîlmeke li ser mînakên geşpêdanên mirovî hate pêşkêşkirin.

Paşê helbestvanên ku hatine xelatkirin beşek ji berhemên xwe xwendin, Cuma Hêder( Kurteçîrok), Ehmed El-Yûsif û Xidir El-Xidir(helbest) û Xidir El-Casim(Gotar).

Di dawiya şahiyê de komîteyê xelat belav kir.

(şx)

ANHA