Ji bo 2 şehîdên QSDʹê li Serêkaniyê merasîma xiyabî

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo 2 şervanên QSDʹê Silêman Salim û Hisên Hemid ku 12`ê Cotmehê de li Dêrezorê de şehîd bûne, li dar xist.

Ji bo 2 şehîdên QSDʹê li Serêkaniyê merasîma xiyabî
Ji bo 2 şehîdên QSDʹê li Serêkaniyê merasîma xiyabî
Ji bo 2 şehîdên QSDʹê li Serêkaniyê merasîma xiyabî
Ji bo 2 şehîdên QSDʹê li Serêkaniyê merasîma xiyabî
Ji bo 2 şehîdên QSDʹê li Serêkaniyê merasîma xiyabî
28 cotmeh, 2018   12:45

HESKÊ

Li Salona Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ji bo 2 şevanên QSD`ê Silêman Salim (Xebat), Hisên Hemid (Şahîn) ku li Dêrezorê şehîd bûne, merasîma xiyabî hat lidarxistin. Salon bi wêneyên şehîdan û alên YPG/YPJʹê hat xemilandin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya YPG/YPJʹê li dijî dagirkeriya Tirk. Li ser navê fermandariya QSD`ê Cesur Amûdê axivî û soza şopandina xeta şehîdan da û got  şehîd nasnameya gelan in û mîsogeriya serkeftinan û wiha dewam kir:” Serkeftinên ku hatine bidestxistin berhemên xwîna şehîdan in, şehîdan ku ji bo azadiya me û jiyaneke birûmet berdêlên giranbuha dane.”

Bi navê PYD`ê Ciwan Îso axivî û wiha got: “Bi xwîna şehîdan gelek destkefî hatin bidestxistin û gelek herêm ji çeteyan hatin rizgarkirin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin. Em bang li hemûyan dikin ku berpirsên armancên wan têkoşerên ku canê xwe ji bo parastina serkeftinê dane, bin."

Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star Sabah Şêxê axivî û bang li şêniyan kir ku xwedî li keda şehîdan derkevin û ji bo avakirina civakeke azad û demokrat li ser bingeha rêgeza Neteweya Demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinan û afirandina civakeke mînak û layîqî xwîna şehîdan bixebitin.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

(ekip)

ANHA