'Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê her kes bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne'

Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a bajarê Hesekê dewreyeke nû ya perwerdekirina mamosteyan bi dawî kir.

'Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê her kes bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne'
21 cotmeh, 2018   13:01

HESEKÊ

Akademiya Şehîd Ezîz Ereb dewreya perwerdeyê ya 11'emîn bi navê Dewreya Şehîd Ehmed Hisên li bajarê Hesekê bi dawî kir. Dewreya ku mehekê dewam kir, 102 mamosteyên ji bajar û navçeyên kantonên Hesekê û Qamişlo tev li perwerdeyê bûn.

Mamosteyan waneyên bîrdozî û girîngiya perwerdeyê, parastina rewa û semînerên ser girîngiya komîn û meclisan standin.

Merasîma bidawîkirinê bi deqeyeke rêzgirtirnê dest pê kir, paşê hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê Mihemed Ebdo axivî û ev tişt anî ziman: "Ez hêvî dikim ku tiştên mamosteyan standin ji gel û xwendekaran re jî parve bikin, bi perwerdeyê em ê bigihîjin Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî."

Ebdo da zanîn ku tenê li Rojava û Bakurê Sûriyê her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne. Ebdo bi bîr xist ku piştî rizgarkirina hemû herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ew ê navendên perwerdeyê li hemû herêman vekin.

Di dawiya merasîman de, karname li ser mamosteyên ku perwerdeyên xwe bi dawî kirine,  hatin belavkirin.

(jo)

ANHA