‘Pêşangeha Ensaban dergeha vejandina tevna di navbera êlên Sûriyeyê de ye‘

Beşdarên Pêşangeha Ensaban ku li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatiye vekirin gotin: "Pêşangeha El-Ensab dergeha vejandina tevna niştîmanî ya di navbera êlên Sûriyeyê de ye."

‘Pêşangeha Ensaban dergeha vejandina tevna di navbera êlên Sûriyeyê de ye‘
10 cotmeh, 2018   16:04

TEBQA

Ensaban ango "Dara malbatê" navên babikên eşîr û malbatan, di nava Ereban de wekî kevneşopiyekê ye tê dîtin.

Weqfeya Sûriyeyê ya Ensaban bi sponseriya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û bi hevkariya Komîteya Çand û Humerê ya Tebqayê yekemîn pêşangeha Ensaban li Sûriyeyê û çaremîn li ser asta cîhanê piştî Kiwêt, Lîbya û Çadê îro li bajar Tebqayê vekir.

Pêşangeh bi dirûşmeya "Biratiya gelan heqîqet ne dirûşme ye" li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatiye vekirin.

Hejmarek kesên ku beşdarî pêşangehê bûne, ji ajansa me girîngiya vekirina pêşangehê di hevgirtina gelên Sûriyeyê û xurtikrina biratiya gelan de anîna ziman.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan armanca vekirina pêşangehê destnîşan kir û ev tişt got: "Armanca sereke ya pêşangehê xurtkirina têkiliyên di navbera qebîle û gelên herêmên de, Ereb, Kurd, Çerkes, Ermen Tirkmen be , ji xwe armanc û dirûşmeya sereke ya partiyê jî ev e."

El-Qeftan her wiha got: "Di pêşangehê de ne tenê darên ensabên qebîleyên ereb hene, di heman demê de gelek tablo ku darên malbatan ên taîfeyên din diyar dike hene, ji ber armanca pêşangehê pêkanîna biratiya gelan di çarçoveya xaka Sûriyeya yekbûyî de ye, ne ya parçekirî."

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef têkildarî ku darên malbatê li navê mêr ne jin vedigere got: "Ev yek vedigere hişmendiya Rojhilata Navîn ku esl li bav ne li dê vegere. Li vir me tekez dikin ku esl li yek dayikê vedigere, dayik jî Sûriyeyê ye."

Cîgirê Weqfeya Sûriyeyê ya Ensaban Şêx Nasir Cinêd diyar kir ku bajarê Tebqayê bajarekî qedîm di dîrokê de ye û ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê me pêşangehê lê vekir, da ku tevna hevgirtin, lêborîn û biratiya gelan vegerînin û Sûriyeya pêşerojê ava bikin."

Berdevkê Qebîleya El-Welda Lewrans El-Bersan kesên li di vekirina pêşangehê de beşdar bibûn spas kir û got: "Vekirina mîna vê pêşangehê resenbûyîa fikra Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar dike, resenbûna eslan û girîngiya wê nêzîkbûyîna hemû pêkhateyên Sûriyeyê zêde dike."

El-Bersan dagirkirina dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir û got: "Gelê herêmê ew ê çarenûsa xwe diyar bike û yên ku destwerdanê dikin dagirker in."

Lewrans El-Bersan her wiha di axaftina xwe de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Abdullah Ocalan ne tenê rêberê kurdan, lê belê yek ji sembolên netew, rizgarî, pirrengî û hevkariyê ye, cihê wî li gel gelê Ereb taybet e."

El-Bersan bang li rêxistinên navdewletî yên mirovî kir ku zextê li hikûmeta Erdogan bike da ku tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bike.

Pêşangeh ê heya saetên bi şevê berdewam bike.

ANHA