‘Bi mîlyonan xwedî li ramanê Ocalan derketine‘

Kongreya Star a kantona Girê Spî kompoya navdewletî ya li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Bi mîlyonan li derveyê girtîgahan xwedî li ramanê Ocalan derketine".

‘Bi mîlyonan xwedî li ramanê Ocalan derketine‘
10 cotmeh, 2018   14:15

GIRÊ SPÎ

Kongreya Star a kantona Girê Spî bi boneya kopmloye 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li ber avahiya kongreyê daxyaniyek a çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endama kongreyê Heyfa Muslim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedêrên Sûriyeyê hatin silavkirin û hate gotin: " Wekî jin ji vir em dengê xwe ji dijminên Tirk re radighînin ku em ê bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan azad bûne û em sucên we şermezar dikin. Em ji bîr nekin ku we rêber Ocalan girtine ji ber ku bi felsefeya xwe şerê wan dikir û aşît li tevahî cîhanê belav dikir. Em ji wan re dibêjin kêfxweş nebin ku wan rêbertî girtiye ji ber ku bi mîloyan kes li derveyî girtîgehên wê li ramanê Ocalan xwedî derketine.

Di daxuyaniyê de  hate destnîşankirin ku dewletên beşdarî komploya li dijî Ocalan bûne, dixwazin komployê li Bakurê Sûriyeyê zindî bikin, ku terorîstan derbasî herêmê bikin da ku xwîna gel birjînin û hate gotin: "Bila cîhan nas bike ku îradeya me ji çeka terorê xurtir e."

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

ANHA