Partiya Yekitiya Suryan şehîdên Beyth Nehreynê bi bîr anîn

Partiya Yekitiya Suryan şehîdên Meclisa Netewî ya Beyth Nehreyn bi bîr anîn. Her wiha tekez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Partiya Yekitiya Suryan şehîdên Beyth Nehreynê bi bîr anîn
10 cotmeh, 2018   13:02

NAVENA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryan îro bi daxuyaniyekê şehîdên Meclisa Neteweyî ya Beyth Nehreyn bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de şehîdên Meclisa Neteweyî ya Beyth Nehreyn hatin bibîranîn.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo axa welat ji zilma terorîstan û dijminên mirovahiyê were paqijkirin û ji bo ku gelê herêmê bi azadî û ewlehî bijî, şehîdan canê xwe feda kir.

Partiya Yekitiya Suryan di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya hemû şehîdan da û tekez kir ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

 (bx)

ANHA