Minbic şehîdekî xwe oxir kir

Welatiyên gund û bajarê Minbicê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Îsmaîl El-Şêx li goristana Şehîdan  a Minbicê veşartin.

Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
Minbic şehîdekî xwe oxir kir
10 cotmeh, 2018   14:44

MINBIC

Endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Minbicê  Îsamîl El-Şêx dema  erka xwe pêk di anîn şehîd bû. Îro bi sedan welatiyan herêma Minbicê cenazeyê El-Şêx ji nexweşxaneya Firat wergertin û bi kerwanekî berê xwe dane Goristana Şehîdan.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin.

Paşê bi navê Saziya Malbatên Şehîdan endama saziyê Kefa El-Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Yê ku xwîna xwe fedayî welat dike dijmin jê ditirse, ji ber ku peyamek daye dijminan."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Ciwan El-Ehmed jî axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest. El-Ehmed her wiha got: "Dema ax û xwîna şehîd tevlihev dibe, bêha axê xweş dibe, ji ber ku cenazeyê şehîd hembêz kiriye, lewra erka me xwe ye nirxên şehîdan biparêzin û xwedî lê derkevin."

Di merasîmê de, bi navê Rêbeberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Minbicê hevseroka Komîteya Hindirîn Henan Mihemed axaftin kir û ev tişt anî ziman: "Em ji malbatên şehîdan re dibêjiin ku zarokên we bi giyanên xwe yên paqij û pîroz di nav me de û wê hertim di bîr û dilê me de bin. "

Bi navê malbata şehîd, Mihemed El-Şêx diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in, bi şehadeta xwe navê xwe li rûpelên dîrokî da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatima El-Dîba ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşm û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA