Kovara Şermola dest bi pêşwaziya berheman dike

Desteya Sernivîskariyê ya Kovara Şermola ya Wêjeyî û Çandî diyar kir ku deriyê pêşwaziya berhemên wêjeyî û rewşenbîrî  ji bo hemû nivîskar û rewşenbîran vekiriye ku li ser rûpelên kovarê berheman biweşînin.

Kovara Şermola dest bi pêşwaziya berheman dike
7 cotmeh, 2018   18:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Sernivîskariyê ya Kovara Şermola ya Wêjeyî û Çandî daxuyanî da. Desteyê di daxuyaniyê de tekez kir ku hejmara sifir a koverê dê di dawiyê salê ve were derixist û tekez kir ku deriyê pêşwazîkirina berheman vekiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku civîna damezrandina kovarê di 24 meha Îlonê de bi tevlêbûna hejmarek rewşenbîrên Bakurê Sûriyeyê li dar ket, ku têde biryara derxistina kovareke wêjeyî, rewşenbîrî û sêmehane  li Bakurê Sûriyê , bi zimanê Kurdî û Erebî be û bi navê Şermola be, her wiha di civînê de desteya sernivîskariya kovarê hate hilbijartin.

Kovera Şermola ji beşên "Dosyaya hejmarê, lêkolîn, jin û rewşenbîrî, berhemên wergerandî, pirtûk, huner, çîrok, helbest û gotarên çandî" pêk tê.

Li gorî desteyê rêgezên weşanê di kovarê de:

Kovar bi dilxweşî pêşwaziya hemû berhemên wêjeyî û rewşenbîrî dike.

Hemû berhemên ku digihêjin kovarê; di nirxandina desteya nivîskariyê re derbas dibin.

Derbarê berhemên ku têne weşandin; nayê wateya ku ev berhem nêrîn û polîtîkayên kovarê derbirîn dikin.

Pêwîst e ku hemû lêkolînên ji kovarê re tên şandin, ji aliyê zanistî ve bi belge bin, ku qasa gotarê di navbera 700 ta 1.200 peyvan de be û ya lêkolînê di navbera 2.500 ta 3.000 peyv de be.

Ji bo jêgirtinên ji jêderan; pêwîst e bi vî awayî werin belgekirin:

Navê nivîskar-navê pirtûkê-navê wergêr, eger pirtûk wergerandî be-cih û dîroka çapkirinê. Ji bo dezgehên ragihandinê ku weşaneke wê weke çavkanî û belge hatibe bikaranîn bi vî awayî tê rêzkirin: Navê nivîskar-serenavê berhema hatiye weşandin-navê dezgeha ragihandirê (rojname, kovar, malpera elektironîk)-hejmara weşanê (ya rojname û kovaran)-dîroka weşanê.

Berhemên ku tên şandin ji bo kovarê heger desteya nivîskariyê bibîne ku ev berhem ji aliyê wêjeyî û çandî ve bênirx e, berê hatiye weşandin,  ji dezgehine din re yên ragihandinê hatiye şandin,  ji derveyî  rêgezên giştî yên civakê be yan jî devavêtin ji ol û gelan re hebe; kovar lêborînê dixwaze derbarê weşana van berheman de.

Posta elektironîk a fermî ji bo pêşwaziya berheman ev e:

[email protected]

ANHA