Ekîpa "Şopdarên Rojê" li Hesekê hat xelatkirin

Rêveberiya Kantona Hesekê ekîpa "Şopdarên Rojê" xelat kir.

Ekîpa "Şopdarên Rojê" li Hesekê hat xelatkirin
7 cotmeh, 2018   18:54

HESEKÊ

Navenda "Şopdarên Rojê" ya girêdayî navnenda Ragihandinê ya YPJ‘ê pêşangeha xwe ya wêneyên li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê îro vekir.

Di pêşangehê de, wêneyên ku endamên ragihandina YPJ`ê bi kamîreya xwe kişandin hatin pêşkêşkirin.

Li ser keda ku dane, Rêveberiya Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ekîpa navneda "Şopdarên Rojê" xelat kir.

Şandeya Rêveberiya Kantona Hesekê ku beriya çend kêliyan serdana pêşangehê kir ku li navneda Çand û Hunerê ya Xabûr hate vekirin, spasiya ekîpa pêşangehê kirin û xelat kirin.

Endamê navneda Şopdarên Rojê Reşo Kasan jî spasiya rêveberiya kantonê kir û tekez kir ku ew têkoşîna xwe ya ragihandina rastiya gelên berxwedêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê pêşangeha xwe li piraniya bajarê herêma Cizîrê vekir û dê li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were veke.

ANHA