Komeleyeke Îtalî serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr kir

Şandeyek çalakvan û nûnerên Komeleya Ber bi Kurdistanê ve ya li Îtalî serdana nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ya Başûrê Kurdistanê kir.

Komeleyeke Îtalî serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr kir
7 cotmeh, 2018   15:53

SILÊMANÎ

Şandeya Îtalî ku bi armanca piştgiriya Şoreşa Rojava serdana nûnertiyê Rêveberiya Xweser û Kongreya Star ya li Silêmanî kir ji aliyê Hevseroka berê ya Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Asya Abdullah, Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl, Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Xewla Mustefa û nûnerê PYD‘ê Silêman Ereb ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, pêşketinên li Sûriyeyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweseriya bi taybet hatin nîqaşkirin.

Asya Abdullah şîroveyeeke berfireh têkildarî sîstema Rêveberiya Xweser, arman û rêgezên wê pêşkêş kir.

Herdu aliyan rewşa li Efrîn û Şehbayê, binpêkirinên dewlata dagirker ên derheqê sivîlan de gotûbêj kirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku rizgakirina Efrînê yek ji armancên sereke yên rêveberiyê ye.

Endamên şadeyê tekez kirin ku ew ê piştgiriya xwe ya bi şoreşa Rojava re bidomînin.

Komeleya ber bi Kurdistanê ve, ji bo piştgiriyê bide gelê Kurdistanê di sala 1998'an de ava bû. Komele dixwaze ji bo Kurdistanê projeyên madî û manewî bafirîne û piştgiriyê bide gelê Kurd.

ANHA