Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Deham El-Kentar bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Duguer hate oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Deham El-Kentar li Tirbespiyê hate veşartin
6 cotmeh, 2018   17:00

QAMIŞLO

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyên Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Deham El-Kentar ê ku di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ê navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan, her wiha turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê Cîgirê Hevserokatiya Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulehed Gewriyê axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêma ji çeteyan kerwanên şehîdan dane, bi saya wan aramî û aşitî pek hatiye.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî bavê şehîd Hesan axivî û gotin: "Kombûna me li vir li xaka pîroz, li mezara Şehîdan serkeftina herî mezin a şehîdan e."

Mehemed Zekî soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan derbestê şehîd di nava dirûşmeyan spartin axê.

ANHA