Şaredariya Eyn Dîwar rêyên xirabûyî sererast dike

Şaredariya Gel a Eyn Dîwar bi hatina demsala zivistanê re dest bi sererastkirina rêyên xirabûyî kir. Şaredariya Dêrikê jî alavên pêwîst pêşkêşî wê kirin.

Şaredariya Eyn Dîwar rêyên xirabûyî sererast dike
6 cotmeh, 2018   14:13

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Eyn Dîwar bi hatina demsala zivistanê re pêngava sererastkirina rêyên xirabûyî da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngava, riyên gundên Rîhaniya, Habil Hewa, Borza û Regafayê, her wiha riyên sereke yên di navbera Dêrik -Eyn Dîwar û Eyn Dîwar - Zuhêriyê têne sererastkirin.

Hevserokê Şaredariya Eyn Dîwar Şêrewan Xelîl diyar kir ku pêngav bi hevkariya komîn û meclisa bi rêve diçe û tekez kir ku şaredariya Dêrikê jî alavên pêwîst pêşkêşî wan kir.

ANHA