Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi rêveberiyên dibistanan re civiya

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivil a Reqayê bi armanca şopandina rewşa dibistanan û xwendekaran nûnerên dibistanên Reqa û gundewarên wê re civiya.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi rêveberiyên dibistanan re civiya
6 cotmeh, 2018   13:59

REQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca şîrovekirina belge û agahiyan taybet girêdayî xwendekaran û bi serxistina sala perwerdê ya nû bi nûnerên dibistanên Reqa û gundewarên wê re civiya.

Di civînê de gelek mijarên girêdayî xwendekar û dibistanan hatin nîqaşkirin. Jê pêşxistina perwerdehiya dibistanan, peydakirina pirtûkan, restorekirina dibistanan û her wiha şîret pêşniyar ji bo nûneran hat dayîn da ku bi awayekî baş bi xwendekaran re danûstandinan bikin.

Têkildarî mijarê rêveberê perwerdeyî yê Komîteyê Perwerde û Fêrkirinê Ehmed El-Hisên got: "Armanca me ji civînê birêxistikirina xebatên dibistanên Reqa û gundewarên wê ye. Ji mijarên ku me girîngî dayê, avakirin û restorekirina dibistanan e. Her wiha mazot bi hatina zivistanê re dê li dibistanan were belavkirin û pirtûk ji xwendekaran re bê peydakirin."

(şx)

ANHA