Jinên Efrînê: Berxwedana me berdewam e ta rizgarkirina rêbertî û Efrînê

Jinên Efrînê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê de şermezar kirin. Her wiha jinan tekez kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Jinên Efrînê: Berxwedana me berdewam e ta rizgarkirina rêbertî û Efrînê
6 cotmeh, 2018   13:49

ŞEHBA

Daxuyanî li kampa Serdemê ya Şehbayê bi amadebûna bi dehan jinên kantona Efrînê (rêvber û endamên meclis, saziyên sivîl ên herêma Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê) ji aliyê endama Komîteya Jin a Kantona Efrînê Arîn Elî ve hate xwendin.

Arîn Elî diyar kir ku belavbûna fikirê azad li gelemperiya Rojhilata Navîn û Bakurê Kurdistanê bi taybet ku pêşengtiya Rêber Apo derket pêş bandoreke mezin li ser avakirina kesayeteke azad û Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir, di heman demê de serkeftinên pir mezin hatin qezenckirin, lewra hêzên komploger ku vê fikirî wekî xeteriyekî ji bo desthilatdariya xwe dibînin di 9‘ê Cotmeha 1998‘an de komployeke li dijî Rêberê mirovahiyê, Rêber Apo pêk anîn û bi tîfaqa Tirkiyeyê zext û îstîxbaratên navdewletî fişar li dewleta Sûriyeyê kirin da ku Ocalan ji Sûriyeyê were derxistin.

Arîn, destnîşan kir ku piştî radestkirina Abdullah Ocalan di 15‘ê Sibatê de ji bo Tirkiyeyê, Îmralî veguherî navenda perwerdeya azad û ev tişt anî ziman: "Bi girtina Rêber Apo re di 15‘ê Sibatê de texmîn dikirin ku fikirê azad tune kirin, lê texmînên wan ters derketin, ji ber ku Îmralî veguherî navenda perwerdeya azad ku 5 parêzname der barê çareserkirina krîza Rojhilata Navîn de hatin afirandin."

Arîn Elî her wiha anî ziman ku Şoreşa Rojava, rêgezên xeta sêyemîn, avakirina saziyên sivîl û leşkerî berhemên ramenê Ocalan û wiha domand: "Bi pêvajoya şoreşa Sûriyeyê û Rojava re fikrê Netewa Demokratîk ê hate piratîkkirin, lê dewletên herêmî û cîhanî yên dijber bi hemû rêbazan hewl dane porojeyê têk bibin, ji Serêkaniyê, ta Kobanê, herî dawî li Efrînê êrîşî kirin, lê nedizanîn ku ev war warê xwedawendên Kurd mîna Barîn û Avesta ne."

Endama Komîteya Jin a Kantona Efrînê Arîn Elî anî ziman ku komplo hîna berdewam e û bal kişand li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên der heqê jinên Efrînê de wiha pê de çû: "Komplo berdewam e, hêzên dagirker li Efrînê der heqê jinan kiryarên ne mirovî dikin, her wiha demografiya herêmê diguherin û hewl didin çanda herêmê asîmîle bikin, lê wê bi ser nekevin, wê nikaribin fikrê Netewa Demokratîk ji mejiyê me rakir, ji ber berxwedanî li Efrîn û Şehbayê berdewam e."

Arîn Elî di dawiya daxuyaniyê de got: "Wekî rêxistina jin di nava meclisê de em komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin û bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku heyetekê bişînin da ku rewşa Ocalan aşkera bikin. Her wiha wekî jinên Efrînê berxwedana me berdewam e, ta azadiya rêbertî û Efrînê."

ANHA