QSD`ê li derdora Hecîn êrîşeke çeteyan têk bir

Şervanên QSD`ê li derdora Hecînê êrîşeke çeteyan li ser navendenke şervanan têk bir. Her wiha hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Şervanan hindek çek û cebilxane jî desteser kirin.

QSD`ê li derdora Hecîn êrîşeke çeteyan têk bir
QSD`ê li derdora Hecîn êrîşeke çeteyan têk bir
QSD`ê li derdora Hecîn êrîşeke çeteyan têk bir
QSD`ê li derdora Hecîn êrîşeke çeteyan têk bir
6 cotmeh, 2018   12:53

DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ`ê yên ku li derdora El-Sûse ya nêzîkê Hecînê asê mane, êrîşî nuqteyên bicihbûna şervanên QSD`ê kir ku di çarçoveya pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li herêma Hecîn bi pêş de diçin. Şervanan bersiva êrîşa çeteyan da. Di encamê de şer di navbera her du aliyan de derket. Hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û cenazeyên 2 çeteyan ketin destê şervanan û hindek ji çeteyan jî birîndar bûn.

Şervanên QSD`ê di wî şerî de çekeke kalaşnîkof, çekek M16 tevî guleyên wan desteser kirin.

El-Sûse 22 kîlometre dûrî bajarokê Hecînê ye.

(bx)

ANHA