Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê sersaxî ji malbatên 2 şehîdên QSD`ê re ku li Dêrezorê di 3`yê Cotmeha 2018’an de şehîd bûbûn şehîd Ednan Xile (Mûrad) û Ebid Rehman El- Esed (Merwan) sersaxî xwest.

Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
Sersaxî ji du malbatên şervanên QSD`ê re hate xwestin
6 cotmeh, 2018   11:12

HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê ji malbatên şehîd Mûrad û şehîd Merwan re sersaxî xwest. Konê sersaxiyê li salona şehîdan hate vekirin. Bi sedan şeniyên Serêkaniyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên YPJ/YPG`ê û endamên Meclisa TEV-DEM`ê serdana konê sersaxiyê kir.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Beyar Emîn axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ku ew ê heta dawiyê rêka şehîdên azadiya Kurdistanê bişopînîn û wiha dom kir: "Gelek dewletan ji bo binpêkirina nirxên Kurdan li hev kiriye. Li dijî van hewldanên wan ji me tê xwestin ku em xeta şehîdên xwe bişopînin."

Paşê li ser navê fermandariya YPG`ê Baran Serêkaniyê axivî û sersaxî ji malabatên şehîdan re xwest û wiha got: "Em ê heta dawiyê xeta şehîdên azadiyê bişopînin." Baran Serêkaniyê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya axa welatê xwe canê xwe feda kiriye û wiha bidawî kir: "Em jî soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya hemû şehîdên azadiyê bin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Fediye Birahîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Gelek şehîdan di oxira parastina xaka welat de canê xwe feda kir.”

ANHA