‘Em bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê serbilind in’

Çalakvan û hiqûqnasên Sûriyeyê ku duh tev li komxebata li bajarê Kobanê bûn, destnîşan kir ku ew bi tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê serbilind in. Her wiha tekez kirin ku komxebat ji hemû jinan re nameyek bû ku ew stûn û bingeha malbatên Sûriyeyê ne û ev yek jî mafên wan mîsoger dike.

‘Em bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê serbilind in’
‘Em bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê serbilind in’
‘Em bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê serbilind in’
6 cotmeh, 2018   10:37

DIJLE EMEED / KOBANÊ

Duh li bajarê Kobanê zêdetirî 200 çalakvan û hiqûqnas ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxêstinên jinan ji hemû bajar û herêmên Sûriyeyê tev li komxebatê bûn. Komxebat bi armanca gotûbêjkirina zagonên jinan di nava civakê de û di çarçoveya aloziya Sûriyeyê de hate lidarxistin.

Çalakvanên ku tev li komxebatê bûn, ji ajansa me ANHA`yê re tekez kir ku ew bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serbilind in û ev yek ji bo hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê cihê serfiraziyê ye.

Nûnera aştiyê ya Kongreya El-Selam a Cîhanî û Kongreya El-Îzdîhar a Cîhanî Cûmana Kehîl diyar kir ku hemû jinên tev li komxebatê bûbûn nûnerên aştiyê li Sûriyeyê ne. Cûmana tekez kir ku hebûna wan li wê derê aştiya herî mezin e, jinên Sûriyeyê di cihekî de kom bûne û yekitiya xwe ava kirine, her jinek çirûskek e ku hemû Sûriyeyê ronî dike.

Cûmana di axaftina xwe de got komxebat nameyek ji bo hemû jinên Sûriyeyê bû da ku hemû xwestekên xwe pêk bînin, parastina mafên xwe bikin û bizanin ku ew stûn û bingeha malbatên Sûriyeyê ne.

Cûmana der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de got hemû jinên tev li komxebatê bûne dê bibin alîkar da ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê li tevahî Sûriyeyê belav bike û diyar kir ku ew wek jinên Sûriyeyê bi vê tecrubeyê serbilind in.

Ji aliyê xwe ve cîgira Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Ilham Îsa destnîşan kir ku ew li keleha berxwedanê Kobanê ji hemû pêkhateyan kom bûne da ku mijarên girêdayî jinan, rol û rewşa di nava serdemên derbasbûyî de rastî jinan hatine, gotûbêj bikin. Ilham diyar kir ku komxebatê rê li pêşiya nirxandina zehmetiyên jinan di demên berê de vekir û wan ku jinan cihê xwe di nava şoreşê de girt û gelek pêşketinên berbiçav di hemû aliyên jiyanê de bi dest xistin.

Cîgira Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Ilham Îsa di dawiyê de destnîşan kir ku gelek  mijar di komxebatê de hatin nîqaşkirin û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku komxebat tişta ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji qanûnên civakî yên wekî zewac, mîras, dayiktî, cudabûn, mafên kesên di temenê biçûk de hatine zewicandin, pirjinî û hwd. pêk anîne, diyar dike. Ji aliyê xwe ve em ê karibin alîkariya jinan bikin da ku parastina qanûnên xwe bikin û hêza wan ku ji wan dest pê kiriye, were çespandin. Ji bo hebûna xwe îspat bikin û gelek destkeftiyên xwe pêk bînin ku her tim tenê girêdayî mêran bûn.”

(bx)

ANAH