Kêmasiya alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa zêde dike

Kêmbûna alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa ya dikeve aliyê rojhilatê gundewarên Dêrazorê gihand asta herî jor. Rêxistinên mirovî jî rewşa wê paşguh dikin.

Kêmasiya alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa zêde dike
Kêmasiya alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa zêde dike
Kêmasiya alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa zêde dike
Kêmasiya alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa zêde dike
Kêmasiya alîkarî û derfetan zehmetiyên koçberên kampa Îwa zêde dike
6 cotmeh, 2018   08:49

UDEY EL-EHMED - EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Kampa Îwa di 16`ê Îlona 2018`an de ji aliyê Meclisa Sivîl a Dêrazorê ve bi hevkariya Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk hate avakirin. Di kampê de nêzî 140 malbat hene. Tê payîn ku di rojên pêş de di çarçoveya pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de, bi pêşketina şervanên QSD`ê û rizgarkirina bajarok û gundên li ser qiraxa çemê Firatê re hejmara koçberan zêde bibe.

140 malbatên li wê derê di 90 konan de dimînin. Di her konekî de du malbat dimînin. Lê belê kon parastina wan ji germahî û sermayê nakin. Ew malbat ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de yên El-Şefaa û El-Sûse direvin.

Rêvberiya kampê rojane nan ji koçberên kampê re peyda dike. Her wiha ava vexwarinê bi rêya sarîcên girêdayî Şaredariya Gel a El-Şiêtat ji koçberan re peyda dikin.

Derketina sivîlan asteng dikin û wan wek mertalên zindî bi kar tînin

Yek ji rêveberên kampa Îwa Mihemed Silêman tekez kir ku ev 4 roj e tu malbatan serlêdana kampê nekiriye û navê xwe qeyd nekiriye. Ev yek jî ji ber çete nahêlin ku sivîl derkevin, bi armanca ku wan wek mertalên zindî bi kar bînin da ku pêşketinên şervanên QSD`ê asteng bikin.

Koçberên kampê ji ajansa me ANHA`yê re li ser êş, zehmetî û astengan axivîn ku ji aliyê çeteyan ve dema ku ji herêmên xwe derdiketin, li wan dihatin ferzkirin.

Ciwanê bi navê Hesen El-Mûsa yê ji bajarokê El-Sûse destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê çûna wan ji herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin, asteng dikir. Her wiha diyar kir ku çeteyan gelek sivîlên ku dixwest derkevin bi tawana gawirtiyê yan jî li hêviya şervanên QSD`ê ne, kuştin.

Çeteyên ji Iraqê çeteyan bi rê ve dibin û xwedî biryar in

El-Mûsa diyar kir ku çeteyên ji Iraqê çeteyan bi rê ve dibin û xwedî biryar in. Şêniyên ku di malên xwe de mane, wan bi ajantiya QSD`ê tawanbar dikin û wan belasebeb digirin.

Şervanên QSD`ê ji destpêka hemleyê ve ji bo derketina sivîlan hêsan bikin korîdorên mirovî vedikin da ku şêniyên di malên xwe de yên li herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de, derkevin, wan ber bi herêmên ewle ve dibin û wan li wê derê bi cih dikin. 

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Semîra El-Mihemed ji bajarokê El-Baxoz ê ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin reviyaye, bang li hemû rêxistinên mirovî yên ku çavên xwe li ser rewşa kampê digirin kir ku alîkariya wan di aliyê madeyên xwarinê û tenduristî ve bikin û wan bi sozên nerast nexapînin.

Her wiha tîmên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd alîkariyên tenduristiyê û destwerdanên lezgîn ji şêniyên ku ji herêmên di bin serweriya çeteyan de direvin, pêşkêş dikin. Kesên birîndar bi rêya ambulansan dibin nexweşxaneyan. Tevî ku çeteyên DAIŞ`ê gelek caran êrîşî tîmên Heyva Sor a Kurd kirin.

Hêjayî gotinê ye ku şêniyên herêmê rojane hewl didin ji herêmên di bin serweriya çeteyan de birevin û ber bi herêmêm ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve biçin.

(bx)

ANHA