Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Nakokî di navbera komên terorîst û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de dîsa derketin. Enqere hewl dide parastina Cebhet El-Nusra bike. Hêzên Amerîkayê jî perwerdeyên leşkerî di hundirê baregeha Tenef de didin meşandin. Li Iraqê bilokên siyasî navên namzetên xwe ji bo payên wezaretan radestî serokwezîr Adil Ebid El-Muhdî kirin ku bi avakirina hikumeta nû hatiye erkdarkirin.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
6 cotmeh, 2018   08:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Idlibê û hewldanên Tirkiyeyê yên parastina Cebhet El-Nusra kir. Rojnameyan her wiha behsa çalakiyên siyasî yên avakirina her du hikumetên Iraq û Lubnanê kir û bal kişand ser rewşa Filistînê û mijarên Yemenê jî dîtin.

Şerq El-Ewsat: Li nêzî devera bêçek di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Eniya Niştimanî de nakokî derketin

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa li devera bêçek kir ku di hevpeymaneke Tirkiye û Rûsyayê de hatiye pêkanîn. Rojnameyê da zanîn ku endamên Heyet Terîr El-Şamê ji gundê Kefer Heleb (30 km rojavayê Helebê) vekişiyane, nemaze piştî ku çalakvanên rikberên wê ji gund derketin.

Çalakvanan li ser malperên civakî tomareke deng ku tê gotin a fermandarê Tevgera Nûredîn El-Zenkî Tewfîq Şihabedîn e, belav kir û tê de Heyet Tehrîr El-Şam tawanbar dike ku di bin hinceta hemleya li dijî rêxistina DAIŞ'ê de, leşkerên koma bi navê Eniya Niştimanî ya Rizgariya Sûriyeyê û çalakvanan digire. Şihabedîn got ku wan dest bi xebatên leşkerî kiriye da ku gundên Kefer Nûran û Kefer Heleb bigihîjin hev da ku leşker û çalakvanan biparêzin.

Şihabedîn banga destpêkirina çalakiyeke leşkerî ji aliyê Eniya Niştimanî ve li dijî Heyet Tehrîr El-Şamê kir.

El-Ereb: Tirkiye hewl dide Heyet Tehrîr El-Şamê biparêze

Rojnameya El-Ereb jî behsa mijareke girêdayî wê kir û got ku çavkaniyên nêzî opozîsyona Sûriyeyê dibêjin ku îstixbarata Tirkiyeyê hewl dide tabûrên çekdar û di serî de Heyet Tehrîr El-Şamê bi razîkirin bidin da ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de erê bikin.

Heyet Tehrîr El-Şam aliyê herî bihêz ê radîkalan li parêzgeha Idlibê ye û Tirkiyeyê jî ew di Tebaxa borî de wek komeke terorîst bi nav kir da ku li gorî biyara Neteweyên Yekbûyî tev bigere, lê ev kategorîzekirina wê tenê li ser kaxezan ma û Enqere hê jî danûstandina xwe bi wê re didomîne û bi rêya wê hewl dide serweriya xwe di Sûriyeyê de biçespîne û şerê Yekîneyên Parastina Gel ên kurdî bike.

Çavdêr dijberiyeke di navbera Tirkiye û Heyet Tehrîr El-Şamê de dûr dibînin û Tirkiye naxwaze ziyanan bi wê bike ji ber ku yek ji amûrên wê yên herî girîng di Sûriyeyê de ye, ango beriya lihevhatineke siyasî pêk tê da ku berjewendiyên xwe bi rêya wê di Sûriyeyê de pêk bîne.

El-Quds El-Erebî: Xwepêşandanên bihêrs bi dirûşma "Desteya Danûstandinan nûnertiya me nake"

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî behsa mijareke din a Sûriyeyê kir û diyar kir ku welatiyên Sûriyeyê li 3 parêzgehên Sûriyeyê li bajarê Idlibê, gundewarên Hema û Helebê xwepêşandanên bihêrs li dar xistin. Xwepêşanderan xwest Desteya Danûstainan a Sûriyeyê were hilweşandin, ji ber ku di bingeha wê de şaştî hene û xwest aliyekî siyasî yê nû were avakirin da ku nûnertiya welatiyên Sûriyeyê bike.

El-Heyat: Perwerdeyên leşkerî yên Amerîkayê li Tenefê peyameke li dijî Îranê ye

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê ronameya El-Heyat diyar kir ku Washington li hemberî daxwaza derketina ji Sûriyeyê derdikeve û perwerdeyên leşkerî di hundirê baregeha Tenef a li sêkoşeya Sûriye, Urdun û Iraqê dikeve dide meşandin. Ev perwerdeyên leşkerî jî wek peyamên li dijî rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê Rûsya û Îranê ne.

Fermandarekî payebilind di Artêşa Azad de diyar kir ku ev perwerdeyên leşkerî yên Amerîkayê di baregeha Tenefê de peyameke ji rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê Rûsya û Îranê re ye. Baregeha Tenefê dikeve nîva projeya Hîlala Şîayî ya di navbera Tehran û Beyrûtê de, her wiha li başûrê devereke bi petrol û fosfat dewlemend e dikeve. Peyama herî girîng ew e ku artêşa Amerîka ji Sûriyeyê dernakeve eger Îran ji Sûriyeyê dernekeve.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Heyat behsa hilbijartinên parlemana herêma başûrê Kurdistanê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Barzanî payeya bilind di hilbijartinên kurdî de wergirt û tevgera Goran nîşan dide ku dê encaman qebûl neke."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikumeta nû kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Bilokên siyasî yên Iraqê bi namzetên xwe Ebid El-Muhdî dorpêç dikin".

Yemen

Girêdayî hewldanên Martin Griffithê ên destpêkirina toreyeke nû ya danûstandinan di navbera aliyên Yemenê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths hewl dide pirên baweriyê ji nû ve ava bike da ku xebatên aştiyê li Yemenê bide destpêkirin."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa tevliheviyên ewlehî û çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl gefa şer li Xezayê dixwe û Hemas mijarê paşguh dike".

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta nû ya Lubnanê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Basîl hêviyên El-Herîrî di hikumeteke çareserkirina pirsgirêkan de têk şikand".