Mazota îsal hatiye parzûnkirin û paqij e

Endamê SATKOP’ê yê Serêkaniyê Raman Derwîş diyar kir ku par mazot nedihat parzûnkirin, ji ber wê jî reş bû û bêhneke nexweş jê dihat û wiha got: “Îsal ji havînê de mazot hatiye parzûnkirin, lewma jî mazota îsal paqij e.”

Mazota îsal hatiye parzûnkirin û paqij e
6 cotmeh, 2018   07:26

BÊRÎTAN MEDUSA - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Bi nêzîkbûna werza zivistanê re SATKOP amedekariyên zivistanê dike. Yek ji herêmên ku amedekariyên zivistanê lê tên kirin jî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ye. Gelê Bakurê Sûriyeyê  û rojavayê Kurdistanê bi giştî sobeyên mazotê bi kar tînin. Ji ber vê jî pêwîstiya zivistanê mazot e. Bi avakirina SATKOP’ê re (13’ê îlona 2017) hemû kar û barên amadekariyên zivistanê ketin bin kontrola SATKOP’ê. Beriya ku SATKOP bê avakirin, ji bo girtina mazotê gel serî li komîna xwe dida, ji wir kaxeza xwe dibir Mala Gel, Mala Gel û şaredariyê bi hev re mazot belav dikir.

Lê îsal hemû kar û barên girêdayî petrolê bi SATKOP’ê ve hatin girêdan. Endamê SATKOP’a Serêkaniyê Raman Derwêş li ser karê SATKOP û xebatên wê agahî da û diyar kir ku salên borî ji bo zivistanê şaredarî û Mala Gel mazot belav dikir, bi vê re jî gelek tevlihevî derdiketin holê û wiha pê de çû: “Pêwîstî bi saziyeke wekî SATKOP’ê hebû û niha hemû kar û barên petrolê bi SATKOP’ê ve hatine girêdan.”

Gel ji bo mazotê bigire, hevserokên komînan belgeyên malbatên di komînê de dibe meclisê li wir tê îmzekirin û piştre jî diçin SATKOP’ê. SATKOP jî kaxeza wan îmze û mohr dike. Piştî wê jî serokên  komînan diçin gaziyê. SATKOP miqdara mazotê ya ku serokê komînê bigire di kaxezê de dinivîse û gazî jî li gorî wê kaxeza mazotê dide serokên komînan.

Raman destnîşan kir ku eger kesek nû hatibe komînê divê biçe meclisê, kaxezekê bide mohrkirin û di gel komîna xwe mazota xwe bigire.

 ‘Em ê îsal 6 milyon lîtreyan belav bikin’

Raman da zanîn ku ew mazotê li gorî malbatan didin û wiha got: “Her malbatek 200 lître bi 10 hezar û 400 lîreyên Sûriyeyê digire. Eger malbat ji derveyî bajarê Serêkaniyê bi 200 lître bi 10 hezar û 600 lîreyên Sûriyeyê digire. Li herêma Serêkaniyê 20 hezar malbat hene. Di bajêr de 10 hezar û di bajarok û gundan de jî 10 hezar malbat hene. Heta niha me di bajêr de li 6 hezar 200 malî belav kiriye, hîn 3 hezar 800 mal mane. Me hîn li gundan jî belav nekiriye. Em dihizirin di 10 rojan de bajar xilas bikin. Di salê de em li gorî pêwîstiyên din dubare mazotê belav dikin. Me heta niha milyonek û 240 hezar lître mazot belav kiriye. Hîn nêzî 3 milyon lître jî maye ku em belav bikin. Me par 7 milyon lître belav kir. Em texmîn dikin ku dê îsal 6 milyon lître bê belavkirin. Ji ber ku par koçberên Dêrazor û herêmên din li Serêkaniyê hebûn.”

Raman pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya wan wiha rave kirin: “Em di aliyê belavkirinê de rastî pirsgirêkan tên. Gelek caran hinek komîn ji me re nabin alîkar. Mînak hinek malbat nû derbasî komînê dibin, lê komîn agahiyê nade me. Heta ku em sererast dikin, em zehmetiyan dikişînin.”

Raman got par gazinc hebûn ku mazot nebaş e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Par mazot nehat parzûnkirin. Mazot reş bû û bêhn jê dihat. Îsal mazot ji havînê de hat parzûnkirin û mazota îsal paqij e.”

Hevserokê Komîna Şehîd Demhat Ehmed Sîno dema ku mazot li komîna xwe belav dikir ji ajansa me re axivî û got mazota par reş bû û bêhna genî jê dihat, lê ya îsal pir paqij e û spasiya aliyên peywendîdar kir.

(kc)

ANHA