HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Fermandara YJA Star Dîcle Zafer û 4 gerîlayên din ên 17’ê Tebaxê de şerhîd bibûn aşkere kirin.

HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
2 cotmeh, 2018   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê ragihand ku bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov 17’ê Tebaxê li herêma Azaxpêrt a Çewlikê şerekî dijwar di navbara gerîlayên wan û artêşa Tirk de qewimiye û di vî şer de Fermandara YJA Star Dicle Zafer û 4 gerîlayên din bi qehremanî şer kirin û şehîd bûne.

HPG’ê di berfirehiya daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Tebaxê de li qada Şehîd Xebat a Çewlikê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Di 17’ê Tebaxê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerek çêbûye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek ji wan jî hatine birîndarkirin. Di vî şerî de rêheval Dîcle û 4 rêhevalên me yên qehreman şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Dîcle Zafer

Nav û Paşnav: Raîfe Yilmaz

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayikê-Bav: Leman - Hasan

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018

*****

Nasnav: Ferhat Rodî

Nav û Paşnav: Saygi Aydin

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayikê-Bav: Haylû - Saîd

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018

*****

Nasnav: Reşît Çewlik

Nav û Paşnav: Veysel Alparslan

Cihê Jidayikbûnê: Çewlik

Navê Dayikê-Bav: Fevziye - Kemal

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018

*****

Nasnav: Yona Dersim

Nav û Paşnav: Erol Ûlûca

Cihê Jidayikbûnê: Dersim

Navê Dayikê-Bav: Saîme - Mûstafa

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018

*****

Nasnav: Zîn Xweza

Nav û Paşnav: Sûna Acû

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê-Bav: Ayşe - Yûsûf

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018