Îsraîl gefan li Lubnanê dixwe... Gelo ev destpêka şerekî nû ye?

Serokê hikumeta Îsraîlê Binyamîn Natanyaho gef li Lubnan û Hizbullahê xwarin ku fabrîqeyên pêşxistina fûzeyan li rex balafirgeha Beyrûdê ava kirine û artêşa Îsraîlê berpirsyarên vê yekê bê ceza nahêle.

Îsraîl gefan li Lubnanê dixwe... Gelo ev destpêka şerekî nû ye?
2 cotmeh, 2018   12:04

UMER MUSA / XEZA

Ev gefxwarinên Îsraîlê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Lubanê ve rastî bersivekê hatin. Wezîrê karên derve yê Lubnanê Basîl Cibran bang li hemû sefaretên biyanî yên li Lubnanê kir ku li devera ku Natanyaho behsa wê dike, bigerin.

Lê Natanyaho ev yek neeciband û gavên Wezareta Karên Derve ya Lubnanê bi van gotinan bersivand: "Hizbullah aşkera derewan li civaka navneteweyî dike û ev îdiayên Wezareta Karên Derve ya Lubnanê xapînok in ku hin sefîrên biyanî li Lubnanê birin stadeke fotbolê ku me dabû diyarkirin, lê nebirin fabrîqeya binerd a li rex wê ku tê de fûze tên pêşxistin. Bila sefîr ji xwe bipirsin çima aliyê Lubnanê 3 rojan dereng ma. Hizbullah alav û amûrên xwe ji deverên hatine dîtin derdixe. Mixabin hikumeta Lubnanê aramiya welatiyên xwe bi van gavên xwe dixe metirsiyê."

Li hemberî van dîmenên hişk di navbera Îsraîl û Lubnanê de çavdêr guman dikin ku ev gefxwarinên Îsraîlê di çarçoveyeke şerekî devkî de ye, lê gelo Natanyaho dikare ji axaftinan derbasî pratîkê bibe, bi taybet Hizbullah tu helwest li hemberî tawanbariyên Natanyaho nîşan nedan.

Ev gefên Natanyaho, ji geşedanên li herêmê cuda nayên dîtin. Tişta ku li Sûriyeyê piştî xistina balafira Rûsyayê rû dide û tişta ku niha li Filistînê û Xezayê rû dide, girêdayî vê mijarê ne.

Rêveberê Navenda Xwespartina Çapemeniyê lêkolînerê siyasî Salim Zehran di daxuyaniyeke çapemenî de wiha got: "Ev îdiayên Binyamîn Natanyaho yên pêşxistina fûzeyan ji aliyê Hizbullahê ve di nava deverên niştecihbûnê de ne tiştekî nû ye. Beriya niha jî got ku binesaziya berxwedanê li bêtirî 200 gundan heye. Li ser vê yekê ev daxuyaniyên wî û tevgera balafirên keşfê beşek ji şerê taybet û sorkirinê ye."

Zehran gotinên xwe wiha domandin: "Wezîrê karên derve û yê penaberan ê hikumeta birêvebirinê Cibran Basîl serdana devera nêzî balafirgeha Beyrûdê ragihand û îdiayên Natanyaho ku ev dever fabrîqeyeke pêşxistina fûzeyan e, derewandin."

Zehran da zanîn ku wezîr Basîl dê bersiva helwesta Îsraîlê bide ku her tim hincetan ji bo êrîşî Lubnanê bike derdixe.

Zehran da zanîn ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov der barê destdirêjiya li balafirgeha Beyrûdê hişyarî daye Îsraîlê ku guman e Îsraîl di vê mijarê de cidî be, bi taybet piştî ku sîstema fûzeyan a S-300 dê van çalakiyên Îsraîlê li ser axa Sûriyeyê sînordar bike.

Zehran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gefên Îsraîlê yên êrîşa li dijî balafirgehê dê xwedî encamên giran be û nikare vê êrîşa xwe pêk bîne. Lê ev yek dikeve çarçoveyeke planeke Îsraîlê û dibe ku li ser sînorên di navbera Lubnan û Sûriyeyê de pêk bîne."

Çavdêran da zanîn ku ev gefxwarinên Îsraîlê li dijî Lubnanê di çarçoveya wergirtina piştgiriyeke navneteweyî li dijî Hizbullahê de pêk tê.

ANHA