Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê hebûna Rûsyayê li devera bê-çek qebûl nekirin. Îranê herêmên gundewarê Dêrazorê bi fûzeyên palîstîk topbaran kir û bi vê yekê peyam ji Amerîka re şandin. Li Iraqê  parlemanê rûniştina xwe ji bo hilbijartina serokkomar dereng xist.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
2 cotmeh, 2018   08:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijaran kirin. Rojnameyan bal kişandin ser herêma bê-çek ku Rûsya û Tirkiyeyê li ser lihev kiriye. Her wiha topbarana Îranê li rojhilatê Firatê û hebûna hêzên Koalîsyona Navnetewî, hilbijartina serokkomarê Iraqê  û hilbijartinên parlemana herêma Başûrê Kurdistanê û rewşên Yemen û Filistînê û gelek mijarên din.

El-Qudis El-Erebî: Idlibê; tabûrên opozîsyonê hebûna Rûsya li "devera tampon" qebûl nakin û "Feyleq El-Şam" xwe vekişandina ji wê deverê derewand

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa geşedanên dawî li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê kir. Rojnameyê ragihand ku Eniya Niştimanî ya rizgariyê ku tabûrên sereke yên opozîsyonê li Idlibê digire nava xwe, aliyê Tirkiyeyê agahdar kir ku ew hebûna Rûsya li devera bê-çek qebûl nake.

Tirkiyeyê jî soz da Eniya Niştimanî ya Rizgariyê ku daxwaza wan pêk bîne.

El-Heyat: "DAIŞ" li Siwêda leşkerên rêjîma dikuje

Girêdayî şer û pevçûnên li Siwêda rojnameya El-Heyat da zanîn ku şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de li derdora bajaroka Tilûl El-Sefa ya çolistana Siwêda berdewam in. Hêzên rêjîmê di van pevçûnan de gelek windahî dan û pêşveçûna wê rawestiya ye. Li gorî çavkaniyan herî dawî 8 leşkerên rêjîmê di nava wan de efserek jî heye hatine kuştin.

Şerq El-Ewsat: Îran xwe bihêrs dike û Amrerîka di Sûriyeyê de diceribîne

Girêdayî topbarana Îranê bi fûzeyên palîstîk li rojhilata Firatê, rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Îranê bi fûzeyên palîstîk herêmên gundewarê Dêrazorê topbaran kir ku li vê herêmê şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên DAIŞ'ê de rû didin.

Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê duh ser sibehê ragihand ku wan êrîşî baregeheke fermandariya terorîstan li rojhilatê Sûriyeyê bi fûzeyên palîstîk û balefirên bê pîlot kiriye û bi vê yekê bersiva êrîşa li dijî bajarê Ehwaz di hema borî de dane. Serokê artêşa Îranê tugay Mihemed Baqirî wiha got: "Me qonaxa tolhildanê ya yekemîn pêk anî û em ê qonaxên din jî pêk bînin. Fûzeyên Îranê li devereke nêzî deverên di bin serweriya Amerîkiyan de ketin. Ev tenê hişyariyeke ji dijmin re ye da ku tevliheviyan li Îranê dernexîne."

El-Ereb: Waşinton rewşa Bakurê Sûriyeyê bi Fransa re rast dike

Girêdayî mijareke din, rojnameya El-Ereb behsa hevdîtina di navbera Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jîm Matîs û serokê Fransa Emannuel Makron kir û mijara terorê û hebûna fransa ya leşkerî di Sûriyeyê de gotûbêj kir.

Di serdana Matîs a Parîsê de xebatên Parîsê yên antî-terorê li Afrîqiya û Rojhilat hate spaskirin.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê jî ji hêzên leşkerî yên Amerîkî, Tirkî û Fransî dixwaze ku ji Sûriyeyê tavilê derbikevin. Waşinton jî hêvî dike ku Parîs hêza xwe ya taybet li Bakurê welat li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bihêle.

Şerq El-Ewsat: şerê "piştşikandina" kurdî li ser serokkomartiyê û li Bexdayê matmayîbûn

Der barê mijarên Iraqê  de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiyên Kurdî yên girêdayî paya serokkomartiyê  û wiha got: "rûniştina parlemanê ku diviyabû şevê din ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê  bihatiba li darxistin ji bo îro hate derengxistin. Nemaze ji ber ku rêjeya amadebûna parlemanê pêk nehat. Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) Fûad Hisên pêşniyar dike û Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK) Berhem Salih pêşniyar dike.

Rojnameyê diyar kir ku Îran û Amerîka tenê destwerdana xwe ji bo diyarkirina paya serokkomartiyê nekirine. Lê aloziya di navbera herdu partiyên Kurdî de veguherî şerê "piştşikandinê" li Bexdayê jî ji bo pejirandina yek ji nava van dukesan dudilî ye.

El-Ereb: Hilbijartinên Kurdî bi taybetmendiyên çakakiya siyasî ya Iraqê : gumanên sextekirinê û kûrkirina nakokiyan

Rojnameya El-Ereb behsa hilbijartinên parlemana herêma Başûrê Kurdistan kir û got ku encamên wê yên destpêkê diyar dike ku weke cîneyên çalakiya siyasî li Iraqê  ne, nemaze ji ber ku aliyên serkeftî di hilbijartinên Iraqê  de hêjî hikûmeta nû ava nekifrine.

Rojnameyê diyar kir ku hilbijartinan hişt ku nakokî di navbera aliyên siyasî yên herêma Başûrê Kurdistanê de zêde bibin.

El-Heyat: nêrîna Hemas û Misrê ji bo lihevhatinê jihev nêzîk dibe

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat behsa daxuyaniya Tevgera Hemas kir û got ku şandeya wê li Qahîreyê bi serokatiya Cîgirê Serokê Tevgerê Salih El-Arorî bi rayedarên istixbarata Misrê re civiya ye û dozên girêdayî gelê Filistînê gotûbêj kirine.

El-Ereb: Şerê El-Hudeyda di navbera zexta leşkerî û vebijêra aştiyê de ye

Der barê mijar û aloziya Yemenê de jî rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa pevçûnên di navbera hêzên artêşa Yemenê û Hosiyan de kirin. nemaze pevçûnên li bajarê El-Hudeyda piştî ku xebatên navnetewî ji bo anîndina Hosiyan a ser maseya diyalogê têk çûn.

Şerq El-Ewsat: Erdogan dixwaze têkliyên xwe bi Waşintonê re baş bike

Girêdayî rewşa dawî li Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa hewldanên Erdogan a başkirina têkliyan bi Waşintonê re kir û wiha got: "Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan îro piştast kir ku welatê wî dixwaze têkliyên xwe bi Amerîka re sererast bike." Erdogan got ku bi îzna Xweda pirsgirêkên wan dê bi Amerîka re bêne çareserkirin.