Rûsya: Deriyê El-Quneytra ê bi Îsraîlê re amade ye were vekirin

Cîgirê fermandariya hêzên bêjahî yên Rûsyayê Sircy Koalarino diyar kir ku deriyê El-Quneytra yê bi Îsraîlê re amade ye ku ji aliyê Sûriyeyê ve were vekirin.

Rûsya: Deriyê El-Quneytra ê bi Îsraîlê re amade ye were vekirin
2 cotmeh, 2018   08:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê fermandariya hêzên bêjahî yên Rûsyayê Sircy Koalarino ji rojnamevanan re diyar kir ku deriyê li ser sînor amade ye ku were vekirin da ku dest bi kar bike.

Her wiha destnîşan kir ku beriya derî were vekirin gelek kar ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê ve û bi alîkariya hêzên Rûsyayê hatine kirin. Piştî ku wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman di demeke berê de diyar kiribû ku Îsraîl amade ye korîdorê veke, ji ber vê yekê Rûsya ev yek ragihand.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê di dawiya meha Tîrmehê de deriyê El-Quneytra yê li ser sînorê Îsraîlê piştî lihevkirina Rûsya û komên çekdar xist bin serweriya xwe. Rûsya di 30`ê Îlona 2015`an de destwerdana aloziya Sûriyeyê kir û destek da hêzên rêjîmê.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji roja destwerdana Rûsyayê di aloziya Sûriyê de heta niha 7 hezar û 988 sivîl, di nav de jin û zarok hene, qetil kirine. Her wiha navenda çavdêriyê diyar kir ku Rûsya kujerê sivîlên Sûriyeyê ye.

(bx)