Li herêmên nû hatin rizgarkirin pergala parastina cewherî tê rûniştandin

Li deverên herêma Cizîrê yên ku nû hatine rizgarkirin pergala parastina cewherî tê rûniştandin. Li bajarokê Til El-Ihêmer Hêzên Parastina Civakî bi armanca parastina ewlehiya herêmê li deriyên têketin û derketina bajarok û kolanan belav bûne.

Li herêmên nû hatin rizgarkirin pergala parastina cewherî tê rûniştandin
2 cotmeh, 2018   07:57

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi pêvajoya Şoreşa Rojava re bi armanca parastinê û destekdayîna hêzên ewlekariyê hate damezirandin. Endamên HPC’ê ku bi dilxwazî parastinê dikin, cihê xwe di şerê li hemberî komên çete de girt û gelek herêm rizgar kirin.

HPC wek hêzekê girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev digere, di konferansa dawîn a tevgerê de biryar hate dayîn ku ev hêz di bin banê tevgerê de xebata xwe bidomîne.

Piraniya endamên HPC’ê bi xwe endamên komîteyên parastinê yên komînan in. Endamên komîteyê ji 4 heya 15 endaman û tevlêbûna komîteyê li pêşiya her kesî vekirî ye.

Komên çete hewl da gelên herêmê parçe bikin

Dema ku komên çete herêm dagir kiribû, hewl dan bi hemû rê û rêbazan tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derxin, li hemberî van hewldanan HPC bû bersiv û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de parast. Delîla vê yekê aramiya li herêmê pêk hatiye û di nav de gundê Til El-Ehmedî yê navçeya Til Birakê ye.

Bajarokê Til El-Ehmedî dikeve rojhilatê navçeya Til Birakê. Çeteyan di destpêka 2014’an de dagir kir û piştre di sala 2015‘an de YPG/YPJ‘ê bajarok rizgar kir.

Piştî rizgarkirinê şêniyan yekser xwe bi rêya komîn, meclis û komîteyan bi rêxistin kir. Her wiha şêniyan têgeha parastina civakî (cewherî) di parastina bajarok de ji operasyonên terorîst û şaneyên razayî ku di wê demê de zêde bûbûn, ji xwe re bingeh girt.

HPC tev li gelek pêngavên rizgarkirina gelek deveran bû

Dema mirov serdana gundên ku nû hatine rizgarkirin bike, wekî bajarokê Til El-Ihêmer, hebûna endamên HPC’ê di nav bajarok de bala mirov dikişînin. Endamên hêzê bi armanca parastina bajarok û qedexekirina derbasbûna kesên xerîb, li deriyên têketin û derketina bajarok û di nav kolanan de belav bûne.

Têkildarî mijarê endamê rêveberê ê Hêzên Parastina Civakî yê bajarokê Til El-Ehmedî Elî Xelef El-Hisên destnîşan kir ku damezirandina hêzê rolek girîng di parastina gund û bajarokan ji çeteyan û şaneyên terorîst lîstiye û ev tişt anî ziman: "Bi çeka destpêkê wekî Bompekşînê ciwanên me parastina herêmên xwe kir û her wiha tev li oprasyona rizgarkirina navçeya Til Hemîsê, Şedadê, Holê û Til Birakê bûn."

Armanca damezirandina HPC’ê

Girêdayî mijarê El-Hisên bi armanca parastina herêmê û bi taybet deverên ku nû ji çeteyan hatine rizgarkirin HPC hate damezirandin û ev tişt anî ziman: "Karê me ya bingehîn şopandina karê şaneyên razayî ye. ji ber wê me gelek bendên tevgerî di nav kolan û rêyên şaxî de belav kirine."

Di dawiyê de El-Hisên bang li aliyên têkildar kir ku bi armanca hêsankirina xebatên wan, erebeyan ji noqteyên parastinê re pêşkeş bikin û wiha domand: "Hêzên Parastina Civakî dikare ji Yekniyên Parastina Gel û Hêzên Ewlehiya Hundirîn baştir bi erka parastinê rabe, ji ber ku karê wan di nav gel de ye."  Her wiha El-Hisên girîngiya hevkariya şêniyan bi hêzê re ji bo parastina wan û herêmên wan ji her xeteriyekê destnîşan kir.

HPC’ê fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh

Têkildarî vê mijarê berdevkê Komîteya Parastinê yê navçeya Til Hemîsê Şêxmûs Ismaîl xuya kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi gelek şêwazan di nav gelên herêmê de tevlihevî û fîtne û fesadî belav kir û wiha got: "Lê gelên Rojava ji cîhanê isbat kir ku ew gelek jîndar e û dikare parastina herêmên xwe bike."

Ismaîl destnîşan kir ku her saziyek leşkerî pergalek wê ya taybet, darayîkiriyek û bargehek leşkerî heye. Lê HPC firkên Ocalan û xwîna şehîdan ji xwe re kirine bingeh û karî destkeftiyên şoreşê û milkên welatiyan biparêze û ev tişt bi lêv kir: "Dem amirov serdana Rojava dike bi ewleî, aramî û şertûmercên jiyanê yên baş yên ku bi saya hêzan û rêxistina xurt pêk hatine, bihese."  

Her wiha Şêxmûs Ismaîl destnîşan kir ku HPC’ê komîn ji xwe re bingeh girt û hewl dan bi rêya komîn, meclis û şaredariyan xwe birêxistin bikin. Ismaîl diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de gotibû 'Dema ez ji girtîgehê derkevim, ez ê yekser bibim endamê komîna herî nêz û ez nabib serok, ji ber ku komîn bingeha civakê ye.'

Di dawiyê de Şêxmûs bang li penbarên derveyî Sûriyeyê kir ku vegerin malên xwe û wiha pê de çû: "Rojava ji cîhanê isbat kir ku ew ji aliyê biratiya gelan ve, tecrubeya tekane ye. Ev rastiyekê e, ne tenê gotin e."

(şx)

ANHA