Gerîlayan li Başûr li artêşa dagir xistin

HPG’ê ragihand li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistnaê ‘li dijî artêşa Tirk a dagirker’ çalakî kirine. Di daxuaniyê de nasnameya 3 gerîlayan, ku li Bedlîsê û Amedê şehîd bûbûn hate parvekirin.

Gerîlayan li Başûr li artêşa dagir xistin
Gerîlayan li Başûr li artêşa dagir xistin
Gerîlayan li Başûr li artêşa dagir xistin
Gerîlayan li Başûr li artêşa dagir xistin
30 îlon, 2018   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de, ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê, derbarê êrîşên hewayî yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin parvekirin.

HPG’ê ragihand gerîlayê bi navê Pîr Şahan Serhildan 16’ê Îlonê li Bedlîsê ‘heta guleya xwe ya li dawî li ber xwe daye û şehîd bûye’’. Her wiha hate gotin gerîlayên YJA STAR’ê Goksun Firat û Dîdar Serhat 22’ê Îlonê li Amedê şehîd bûne.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye:

Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî 29’ê Îlonê saet 10.00’an li dehma Arê ya Sidêkanê, ku li nav sînorên Başûrê Kurdistanê ye, li Girê Şehîd Rozerîn li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa dagirker a TC’ê çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de tespîtbûyî 1 leşker hatiye kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrên skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine û piştre bi helîkoptêrê êrîşê quntarên Girê Şehîd Rozerîn bombe kirine.

Di daxuyaniya xwe de, ya bi dîroka 19’ê Îlona 2018’an me gotibû 16’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker operasyona li ser  Bedlîsê, li ser qada Şehîd Mizgîn daye destpêkirin û di şer de hevrêyê me Pîr Şahan heta bi guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Pîr Şahan wiha ye: 

*****

Navê Kod: Pir Şahan Serhildan

Nav Paşnav: Ferhat Çetîner

Cihê Bûyinê: Riha

Navê Dê û Bav: Hatîce – Mehmet Fahrî

Cih û Dema şehîdbûnê: 16 Îlon 2018 / Bedlîs

Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 24’ê Îlona 2018’an me gotibû artêşa TC’ê ya dagirker li Licê ya Amedê, li derdora gundê Zengasorê operasyonek daye destpêkirin û di vê operasyonê de 2 hevalên me şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

*****

Navê Kod: Dîdar Serhat

Nav Paşnav: Meryem Dogan

Cihê Bûyinê: Qers

Navê Dê û Bav: Bediha - Mehmet

Cih û Dema şehîdbûnê: 22 Îlon 2018 / Amed

*****

Navê Kod: Goksun Firat

Nav Paşnav: Hasret Borta

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Kevser - Mehmet Saît

Cih û Dema şehîdbûnê: 22 Îlon 2018 / Amed