QSD: 49 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku di Şerê Tunekirina Terorê de 49 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

QSD: 49 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin
30 îlon, 2018   12:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yê di çarçoveya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"1- Li derdora Baxoz di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de şer derket. Şervanên me erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê beriya ku bigihîje armanca xwe teqand û nêzî 1 kîlometre bi pêşde ketin. Her wiha nuqteyên xwe çêkirin û gelek terorîst kuştin.

Her wiha terorîstên DAIŞ`ê ji gelek aliyan ve êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Di encamê de şer di navbera şervanên me û çeteyên terorîst de derket û gelek çete hatin kuştin.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî navendên terorîstan kirin hedef.

2- Li derdora Hecînê piştî şerê bi terorîstan re şervanên me 600 metre bi pêş de ketin. Gelek noqteyên xwe ava kirin. Gelek çete hatin kuştin. Erebeyek û çend motorsîklêt ku çeteyan di çûn û hatina xwe de bi kar dianîn, hatin rûxandin.

Şervanên me gelek çek û cebilxane desteser kirin.

Tîmên leşkerî yên taybet mayinan radikin û herêmê ji mayinên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatine danîn, paqij dikin.

Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî erebeya bombebarkirî ku amade bû were teqandin, rûxand, her wiha gelek navendên bicihkirina terorîstan jî rûxandin.

3- Bîlançoya şer:

- 19 noqte hatin avakirin.

- 49 terorîst hatin kuştin.

- Zerarêan ku gihaştin terorîstan: 4 erebe, 3 motorsîklêt, 7 navendên terorîstan û di nav de avahiyeke fermandariya terorîstan û 2 baregehên çek û cebilxaneyê hatin rûxandin.

- 17 derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî li dijî terorîstan pêk hatin.

- 6 sandoqên cebilxaneyê û çekeke doçka (23) ketin destê şervanan.

- 8 mayin hatin rakirin."

(bx)