Mêşên hingiv.. projeyên biçûk û astengiyên mezin

Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê alîkariya kesên ku dixwazin projeyên biçûk li dar bixin, dike. Xwedîkirina mêşên hingiv yek ji van projeyên biçûk e.

Mêşên hingiv.. projeyên biçûk û astengiyên mezin
Mêşên hingiv.. projeyên biçûk û astengiyên mezin
Mêşên hingiv.. projeyên biçûk û astengiyên mezin
Mêşên hingiv.. projeyên biçûk û astengiyên mezin
23 îlon, 2018   08:22

TEBQA

Wekî tê zanîn hingiv yek ji xwarinên herî sûdewar e û dermanê gelek nexweşiyan e. Ji ber vê yekê xwedîkirina mêşên hingiv yek ji projeyên serkeftî ye û qezenceke baş jê tê wergirtin.

Ji ber ku çêra mêşên hingiv li herêmê kêm e, Karîgeriya Çandiniyê ya herêma Tebqayê alîkariya kesên ku dixwazin projeyên xwedîkirina mêşên hingiv pêk bînin dike. Kesên ku mêşên wan ên hingiv hene dikarin qendîlên mêşan li seranserî bakurê Sûriyeyê bigerînin. Her wiha dema ku dermanên çandiniyê tên reşandin xwediyên mêşên hingiv tên agahdarkirin da ku mêşên xwe yên hingiv biparêzin.

Endama Rêveber a Beşa Berhemên Sewalan a girêdayî Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê Sara El-Şêx diyar kir ku xwediyên mêşên hingiv rastî gelek astengiyan tên wekî tunebûna navenda şêwirmendiyên xwedîkirina mêşan û "şahên mêşan" gelekî buha tên firotin.

ANHA