Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan dike hedef

Balafirên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî baregehên hêzên Hûsî yên li bajarê El-Hudeyda bombebaran kir. Her wiha hêzên Hûsî balafirgeha Cîzan bi moşekên balîstîk kir hedef.

Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan dike hedef
23 îlon, 2018   08:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî baregehên hêzên Hûsî yên li bajarê El-Hudeyda ya li ser berava rojavayê Yemenê bombebaran kir.

Sky Newsê diyar kir balafirên koalîsyonê kombûna hêzên Hûsî li herêma El-Kîlo 16 û derdora bajarê El-Hudeyda kirin hedef.

Her wiha li gorî çavkaniyên tenduristî yên Yemenê diyar kir ku di encama topbarana li ser El-Hudeyda de herî kêm sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 9 sivîlên din jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî Wekaleta Sebe ya Yemenê diyar kir ku hêzên Hûsî balafirgeha Cîzan a başûrê rojavayê Erebistana Siûdî bi moşekên Bedir1 kir hedef.

(bx)