Îranê dewletên Kendavê tawanbar kir

Piştî êrîşa li dijî torena leşkerî ya li bajarê Ehwaz ê Îranê, desthilatdariya Îranê bang li 3 dîplomatên ewropayî yên Danîmark, Brîtanya û Hollandayê kir. Îranê her wiha dewletên ku alîkariya xwe ji Amerîkayê werdigirin ku nîşanî dewletên Kendavê dike, tawanbar kirin ku destê wan di êrîşa li Ehwazê de heye.

Îranê dewletên Kendavê tawanbar kir
23 îlon, 2018   08:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrîşa li dijî torena leşkerî ya li herêma Ehwaz a başûrê rojavayê Îranê ku di encamê de 29 kes hatin kuştin, Tehranê bang li nûnerên dîplomasiyê yên 3 dewletên Ewropayê yên Danîmark, Brîtanya û Hollandayê kir. Tehranê ji dîplomatan re nerazîbûna xwe li hemberî van dewletên wan ji ber hewandina endamên koma terorîst ku êrîşa terorîst pêk aniye, nîşan da.

Ajansa Îrnayê diyar kir ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê gotiye ku her du sefîrên Danîmark û Hollanda û erkdarê karûbarên Brîtanyayê ji nerazîbûna Îranê ya hişk ji ber hewandina dewletên wan ji endamên koma terorîst ku êrîş pêk aniye, hatine agahdarkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de wiha hate gotin: "Nayê qebûlkirin ku Yekitiya Ewropayê endamên van komên terorîst di lîsteya xwe ya reş de bi cih neke, ji ber ku sûcdariyên xwe li ser axa Ewropayê pêk neanîne."

Ajansa Îrna ragihand ku van her sê dîplomasiyan mixabiniya xwe li hemberî vê êrîşê nîşan da û soz da ku dê hikumetên xwe agahdar bikin. Her wiha nîşan da ku welatên wan dixwazin hevkariyê bi Îranê re bikin da ku êrîşkaran nas bikin û agahiyan bi hev biguherin.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîş girt ser xwe û got ku ev bersiva destwerdana Îranê di aloziyên herêmê de ye. Rayedarên Îranê jî dewletên Kendavê ku alîkariya xwe ji Amerîkayê werdigirin, tawanbar kirin ku destê wan di vê êrîşê de heye.

Rêberê bilind ê şoreşa îslamî li Îranê Ayetullah Elî Xamaney diyar kir ku amûrên Amerîkayê dixwazin tevliheviyan li Îranê derxin.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro got ku Amerîka dixwaze tevliheviyê li welat derxe û got ku bersiva Îranê li hemberî êrîşê dê di çarçoveyeke qanûnî û berjewendiyên neteweyî de pêk were û da zanîn ku Amerîka dê ji ber vê êrîşê poşman bibe.