Koçber ji ber xemsariya rêxistinan mexdûr in

Di encama paşguhkirina rêxistinên navneteweyî de ku sozên xwe yê pêşkêşkirina alîkariyan dane, koçberên kampa Til El-Bêa bi zehmetiyan re rû bi rû ne.

23 îlon, 2018   07:24

HEMÎD El-ELÎ / REQA

Kampa Til El-Bêa di meha Sibata vê salê de bi armanca pêşwazîkirina koçberên ku ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê û ji herêmên rêjîma Sûriyeyê reviyane, hate vekirin.

Hejmara koçberan li kampê gihaşt 100 malbatan. Ev koçber li ser 70 konan hatine belavkirin. Piraniya koçberan jin û zarokên ji şêniyên herêmên Dêrazor, Beyara Tedmurê ya Himusê ne.

Kêmasiyên kampê û pirsgirêkên koçberan

Ji ber xirabûna konan, koçber neçar man ji tûrik, çewal û betaniyan kon bidirûn ji bo ku wan ji germa havînê û sermaya zivistanê biparêzin. Bi nêzîkbûna zivistanê re û paşguhkirina rêxistinên mirovî ku alîkariyê pêşkêşî koçberan nakin, koçber gelek zehmetiyan dikişînin. Koçber çav li rê ne ku pêwîstiyên wan ên zivistanê bi cih bên.

Ji bilî pirsgirêkên konan, ji ber nebûna toreyên kanalîzasyonê di nav kampê de metirsiya belavbûna nexweşiyan di nav koçberan û bi taybet zarokan de wek nexweşiya laşmanya dertê holê.

Her wiha ji ber tunebûna xebatên xizmetguzariyê wekî av, kehrebe û xwarinê de koçber arîşeyan dikişînin. Tenê şêniyên herêmên derdora kampê alîkariyê didin koçberan.

Ji ber nebûna noqteyên tenduristiyê ji bo dermankirina koçberan û bi taybet di rewşa jinên ducanî de azarên koçberan zêde dibin. Nebûna cihên tenduristiyê hem tenduristiya dayikan hem jî ya zarokên nû tên dinê di xetereyê de ye. Di meha borî de du cêwiyan ji ber kêmderfetan jiyana xwe ji dest da.

Zarok ji zarokatiya xwe bê par mane

Şer û pevçûnên ku li herêmê rû dane, bandoreke neyînî li derûnî û kesayeta zarokan û bi taybet zarokên ku gelek sal di bin serweriya DAIŞ`ê de mane, dikin. Dîsa, di encama binpêkirinên DAIŞ`ê de zarok bê perwerde man.

Rewşa zarokan jî ji ya malbatên wan baştir nîn e. Birçîbûn û tazîbûn di şert û mercên zehmet de pirsgirêka sereke ye û li kêleka van hemûyan jî ya herî girîng zarok bê perwerde dimînin.

Ji ber xizanbûnê zarokê kampê neçar dimînin ku li ser sergoyan tiştan kom bikin.

Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberên Kampa Til El-Bêa zêde dibin. Konên heyî wan ne ji germ û ne ji sermayê diparêzin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi awayekî demkî, koçber dîwarên axî û ji keviran ava dikin, da ku av derbasî konên wan nebe.

Her wiha di nav kampê de betanî û pêdiviyên malê yên rojane bi hatina zivistanê re peyda nabin. Gelek zarok ji ber nebûna dermanan bi gelek nexweşiyan ketine.

Rêxistinên mirovî alîkariyê pêşkêş nakin

Rêxistinan mirovî rewşa kampên bêserûber paşguh dikin û heta niha tu alîkarî pêşkêş nekirine. Lê belê koçber ji bo debara xwe di nav zeviyan de dixebitin û ev kar jî bi dest hemû koçberan nakeve.

Koçberan destnîşan kir ku rêxistinan ji du mehan ve tu alîkarî pêşkêş nekiriye. Pakêta ku Meclisa Sivîl a Reqayê belav dike têra 15 rojan nake.

Bi hatina zivistanê re û tunebûna betanî û alavên germkirinê û mazotê, azarên koçberan zêde dibin.

Koçber bang li cîhanê dikin ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û alîkariyê pêşkêş bikin.

Koçberên Kampa Til El-Bêa bang li hemû aliyên ku piştgiriya mirovahiyê dikin, alîkariyê pêşkêş bikin û rewşa wan û zarokan ji ber nebûna cilên zivistanê û betaniyan di ber çavan re derbas bikin.

Sozên derew

Piştî rizgarkirina Reqayê gelek rêxistinên ku îdia kiribûn ji ji bo avakirina kampan, pêşkêşkirina alîkariyan û pêşwazîkirina koçberan amade ne lê sozên xwe bi cih neanîn.

Hejmara koçberên li Reqayê û gundewarên wê bi cih bûne gihaşt 400 hezar koçberî. Ev koçber ji gundewarên Hema, Heleb, Hims û bajarên Reqayê û Dêrazorê hatine.

(şx)

ANHA