Xezeba Zeytûnê li dijî ajanekî dualî çalakiyek pêk anî

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyek diyar kir ku şervanên wan li bajarê Babê li dijî çeteyê bi navê Ehmed Zekeriya El-Mihemd piştî ku tevgera wî şopandin çalakiyek pêk anîn.

Xezeba Zeytûnê li dijî ajanekî dualî çalakiyek pêk anî
23 îlon, 2018   07:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, ragihand ku şervanên wan li bajarê Babê yê girêdayî herêmên Şehbayê li dijî ajanekî dualî yê girêdayê artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî.

Daxuyaniya Xezeba Zeytûnê wiha ye:

"Li rex zêdebûna çalakiyên şervanên me li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Idlibê, Ezazê û hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê, di van demên dawî de hin kesên xayîn ku danûstandinê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re dikin derketin û hewl didin ajantiyê dualî bikin. Van xayînan xwestin şervanên me bixapînin û di heman demê de danûstandinê bi dagirkeran re dikin, da ku destdirêjiyên qirêj der heqê gelê me de pêk bînin. Me weke odeya çalakiyan a Xezeba  Zeytûnê girêdayî vê mijarê gelek daxuyanî weşandin û me evan xayîn hişyar kirin ku destdirêjî û kirinên xwe rawestînin. Me gelek caran piştrast kir ku şervanên me di asta herî jor de baldar in ku dikarin van xayînan eşkere bikin û ceza bikin. Lê hin ji van çeteyan hewldanên xwe yên xapandin didomînin û bûne amûrên qirêj di destên dagirkeran de.

Yek ji van çeteyan kesê bi navê Ehmed Zekeriya El-Mihemed e û weke ajanekî pispor li ba dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê dixebitî û agahiyên istixbaratî û navên welatiyên sivîl ên Efrînê berhev dikirin da ku der heqê wan de sûcdariyan pêk bîne û çalakiyên kuştinê pêk bîne. Vî ajanî û komeke çeteyên li rex wî rêze kuştin der heqê sivîlan de pêk anîn.

Şervanên me ku ji bîstika destpêkê ve soza tolhildanê li dijî dagirkeran û amûrên wan dane. Şervanan tevgera xayîn Ehmed El-Mihemed ji nêz ve li Babê şopandin û piştî ku girtin û li xwe mukur hat şervanan di 16'ê Îlona 2018'an de ew kuştin.

Em weke odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnan, em careke din van xayînan hişyar dikin ku her çiqas baldar bin dê bêne eşkerekirin û dê bêne cezakiirn. Em piştast dikin ku em ê çalakiyên xwe heta ku dadgehên sivîl ên Efrînê ji nû ve ji aliyê welatiyên wê û rêveberiya xweser ve tên avakirinê berdewam bikin. Em hemû xayînên ku me girtine radestî van dadgehan bikin da ku bêne cezakirin."