Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê

Hunermendê şêwekariyê Ekrem Zafî di hunergeha xwe de rûdine û tabloyan xêz dike. Piraniya berhemên wî li gelek bajaran hatine pêşkêşkirin. Lê ji ber kêmasiya piştgiriya aliyên têkildar û çapemeniyê li bajarê xwe, da ku berhemên wî werin naskirin, bi gazinc e.

Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê
Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê
Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê
Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê
Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê
Li Rojava rewşa hunera şêwekariyê
23 îlon, 2018   07:12

DILSOZ DILDAR-HOGIR NECAR / HESEKÊ

Hunermend Ekrem Zafî li taxa El-Salihiyê ya bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê bi cih bûye. Ew di sala 1974`an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Ji vî bajarî gelek wêjevan, helbestvan û hunermend derketine. Di nav gelê Kurd de li ser asta Kurdistanê navdar in û bi reseniya hunera xwe ku ji dê û bavên xwe girtine û parastina çanda xwe tên naskirin. 

Di nav vê qadê de ku bi kesayetên hunermend têr û tijî ye, Zafî texmîn dike ku ev qad bi awayekî ne yekser bandorê li avabûna kesayeta wî ya hunerî  kiriye. Hunera nîgariyê ji hunerên ku fikrên xwe ji rewşa xwezayî digire û bi rêyên taybet li gorî nêrîna hunermendan tên dariştin.

Çêkirina peykeran

Ekrem Zafî wiha dibêje: “Di zarokatiya xwe de min peykerên axî çêdikirin. Ew peyker peykerên ajal û mirovan bûn. Lê her çend peyker min çêdikir nêzî 20 heta 100 peyker min di bin erdê de vedişartin bêyî ku ez bizanibim ez çêdikim.”

Ji bo naskirina hunera şêwekariyê Zafî wiha got: “Tu agahiyên min bi vê hunerê tune bû. Teknolojî û rojname dereng digihaştin me. Ev karînên min encama xwe pêşxistina min in.”

Li gorî gotinên Zafî wî tenê heta refa 3’yan xwendiye, lê dîsa jî xwendin û nivîsandinê dizane û wiha domand: “Heta di vî warî de min perwerde li derekê nedît. Lê belê hemû tabloyên min encama xayelên min in. Bi derbasbûna demê re û pêşketinên ku rû dane bandor li min kir û min hunera xwe bi pêş xist.”

Di hunergeha Zafî de gelek tablo, parçeyên dîrokî, pirtûkên hunermendên şêwekariyê û şêwazên nîgariyê li ser refikan hene. Li ser zemîna hunergehê gelek sindoqên boyaxê û alavên boyaxkirinê û her wiha li ser banê hunergehê jî gelek wêne û ayetên olî hene.

Têkildarî mijarê Zafî li ber tabloyekê ku tablo bingehên jiyanê; agir, av û ronahiyê nîşan dide û hê jî bi dawî nekiriye, rûnişt û got ku wênesaz û şêwekerê siwîsreyî Alberto Giacometti mohra xwe ya taybet di jiyan û hunera wî de hiştiye.

Têkildarî tabloya ku bandor lê kiriye, Zafî wiha got: “Tabloya Gilgamiş ku ew li hespê siwar bûbû, dema hildikişî asîman û ji xwe pirs dikir çima Enkîdo kuştiye, ev tablo bi awayekî mezin dema ku min xêz dikir, bandor li min kir.”

15 pêşangeh

Girêdayî mijara pêşangehên berhemên wî, Zafî wiha anî ziman: “Min 15 pêşangehên taybet bo berhemên xwe li gelek dewletên cîhanê Sûriye, Lubnan, Tirkiye, Brîtanya û Hollandayê li dar xistin û ez tev li gelek pêşangehên hunermendên din bûme.”

Li ser asta herêmî Zafî da zanîn ku ew beşdarî gelek panelan li bajarên Amûdê, Kobanê û Reqayê bûye û herî dawî tev li Mîhrîcana Qertac a Hunera Nûjen a Tunisê bûye.

Ekrem Zafî ji bo berheman jiyana xwe nezir kiriye. Lê di çapemeniyê de hatiye paşguhkirin. Ekrem Zafî diyar kir ku ew di tabloyên xwe de girîngiyê dide mirovan; çima di şoreşan de mirov tên kuştin? Kî ne ew ên ku şeran bi rê ve dibin?

Destekeke şermok a Desteya Çand û Hunerê

Di şoreşê de gelek hunermendên herêmê koçberî derveyî welat bûn, lê Ekrem Zafî derneket û mayîna li welat pejirand. Her wiha Zafî ji ber paşguhkirin û nedestekkirina hunermendan ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve rexne kir.

Di dawiyê de hunermendê şêwekariyê Ekrem Zafî bang li aliyên têkildar kir ku girîngiyê bêtir bidin warê hunerî û bi taybet wênesazan.

(şx)

ANHA