‘Tîfaqa avakirina herêmeke bêçek mayîna Tirkiyê li Sûriyeyê diyar dike‘     

Serokê Buroya Şehbayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Eledîn El-Xalid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên El-Nusra dişînin Efrînê û destnîşankirin avakirina herêmên bê çek mayîna Tirkiyê li Sûriyeyê diyar dike.

‘Tîfaqa avakirina herêmeke bêçek mayîna Tirkiyê li Sûriyeyê diyar dike‘     
23 îlon, 2018   06:45

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Serokê Buroya Şehbayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Eledîn El-Xalid li ser lihevkirinên dualî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser Idlibê de li Sochi ji ajansa me re axivî û diyar kir ku civîna sêalî ya di navbera Putin, Erdogan û Ruhanî de li Tehranê encamên Astanayê ne.

El-Xalid got ku, xuya dike ku civîn têk çû, ji ber encamên wê nehatin aşkerakirin.

Eledîn El-Xalid, destnîşan kir ku piştî têkçûna civînê, Rûsya xwest ji kirîza Idlibê xilas bibe û ev tişt got: "Xwe spart Konseye Ewlekariyê, li ser vê yekê koneyê civîneke li dar xist û banga rawestandina şer û êrîşan li ser Idlibê kir."

Lihevkirina dualî ji bo mayîna Tirkiye li Idlibê ye

El-Xalid di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku Rûsya û Tirkiyê li ser avakirina herêmeke bêçek di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de li hev kirine û got: "Li vê herêmê dê çek neyê bi karanîn, li gorî tîfaqê dê Tirkiyê hemû çekên giran ji girûpên terorîst ên li Idlibê û gundewarên wê vekişîne."

Tirkiyê çeteyan dişîne Efrînê

Eledîn El-Xalid, destnîşan kir ku Tirkiyê polîtîkeyên xwe yên pilankirî li dijî gelê Efrînê didomîne, lewra komên terorîst ên li Idlibê dişîne Efrînê, mînakên herî nêzî derbasbûna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a gundê Dêr Belut ê herêma Cindirêsê ku bi rêveberiya MIT ve pêk hat da ku demografiya Efrînê biguherin.

Tirkiyê gel Kurd dike hedef

Serokê Buroya Şehbayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Eledîn El-Xalid di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Tê torîrst werin têkbirin, ji ber cihê wan ne li ser xaka Sûriyeyê, Sûriyeyê ya suriyan e, lê bûye şanoyek ji bo berjewendiyên dewletan, mixabin gelê Sûriyeyê fatora berjewendiyên wan didin."

(bb)

ANHA