Baxoza Jorîn piştî 11 rojan rizgar bû, gelo girîngiya wê çi ye?

Qonaxa duyemîn a pêngava Bagera Cizîrê "Şerê Tunekirina Terorê" ku QSD’ê li rojhilatê Firatê daye destpêkirin, karibû piştî 11 rojan ji berxwedanê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê bide û gundê Baxoza Jorîn rizgar bike. Gelo girîngiya stratejîk a gund çi ye?

Baxoza Jorîn piştî 11 rojan rizgar bû, gelo girîngiya wê çi ye?
Baxoza Jorîn piştî 11 rojan rizgar bû, gelo girîngiya wê çi ye?
Baxoza Jorîn piştî 11 rojan rizgar bû, gelo girîngiya wê çi ye?
Baxoza Jorîn piştî 11 rojan rizgar bû, gelo girîngiya wê çi ye?
Baxoza Jorîn piştî 11 rojan rizgar bû, gelo girîngiya wê çi ye?
23 îlon, 2018   07:01

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 9'ê Îlona 2017'an de ji bo rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê daye destpêkirin, niha di qonaxa dawîn de li ber xwe dide. Piştî salekê ji berxwedaneke leheng, şervanên QSD'ê herêmeke bi sedan kîlometre rizgar kir û xeta sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ji çeteyan paqij kir û welatî vegerandin malên wan. Di 11'ê Îlonê de QSD'ê qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" da destpêkirin û qewitandina çeteyan ji berîka dawîn li Hecîn û gundên girêdayî wê yên wekî Baxoza Jorîn, Sûsê û Şehfê armanc dike.

Piştî 11 rojan şervanan Baxoza Jorîn rizgar kirin

Piştî ku Şerê Tunekirina Terorê hate destpêkirin QSD'ê şervanên xwe li du aliyên gundê Baxoza Jorîn a rojhilatê bajaroka Hecîn û li aliyê El-Behra ji aliyê rojavayê bajarok ve bi cih kirin. Li eniya şer a gundê Baxoza Jorîn di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Çeteyan xalên xwe û xetên parastinê baş amade kiribûn û hejmareke zêde ji çeteyan li vê eniyê didan şerkirin.

Piştî 11 rojan ji berxwedanê li Baxozê, şervanên QSD'ê parastina sivîlan ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de mane, ji xwe re esas girt. Yekîneyên taybet ên girêdayî QSD'ê dest bi xebatên xwe yên rizgarkirina sivîlan kir û korîdoreke ewle ji welatiyan re vekir û ji deverên pevçûnan dûr xistin.

Ji aliyekî din ve şervanên QSD'ê çekên giran bi kar neanîn da ku mal û milkên welatiyan bêne parastin û xaniyên wan neyên hilweşandin. Lê çeteyên DAIŞ'ê ji bo rê li pêşiya pêşvehatina şervanan bigirin, kolan û xaniyên welatiyan mayin kirin.

Şervanan yekîneyên taybet bi baldarî mayin vedikirin û bê bandor dikirin. Di van 11 rojên şer û pevçûnan de çeteyan hemû rêbazên hovane bi kar anîn. Çeteyan siwareyên bombekirî û çeteyên xwekuj bi ser şervanan de dişandin û li her deverekê mayin diçandin û sekvanên xwe li gelek cihan bi cih kirin.

Baxoza Jorîn 27 kîlometreyan dûrî bajarokê Hecîn e. Di navbera wan de gundên El-Sûsê û Şehfê û 5 gundikên din hene ku şervanan di 21'ê vê mehê de rizgar kirine, hene. Yekîneyên taybet jî mayinên ku çeteyan li van gundan çandine vedikin û gund ji bermahiyên çeteyan paqij dikin.

Baxoza Jorîn

Gundê Baxoza Jorîn 125 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Dêrazorê dikeve û ji sînorê Iraqê jî 3 km dûr e ji aliyê başûr ve çemê Firat û bajarê Bokemal in, ji aliyê rojava ve gundê Sûsê û bajaroka Hecîn e û ji aliyê bakur ve çolistana petrolê ya Dêrazorê ye.

Gundê Baxoz bi zeviyên kesyakî navdar e, nemaze ji ber ku li ber çemê Firatê ye û di navbera wê û bajarê Bokemal de pirek heye û 3 km jê dûr e. Hejmara welatiyên wê li gorî serjimariya 2004'an 10 hezar û 689 e.

Li gorî çavkaniyên dîrokî gundê Baxoz navê xwe ji navê mîreke herêmê werdigire û gund dabeşî du beşan dibe; Baxoza Jêrîn û Baxoza Jorîn û li rex wan gundikê El-Sefafnê heye. Rûpîvana wê 4500 hektar e û rûpîvana gund 950 hektar e. Hejmara welatiyên wê nêzî 25 hezar kes in û piraniya wan di çandinî û xwedîkirina sewalan de dixebitin.

Gund meqseda geştewariyê bû û ji bo geştewaran pêşwazî bike pêdiviya wê bi xebateke taybet heye ku di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de gelek deverên wê hatine xirabkirin.

Li Baxozê girekî kilsî bi navê çiyayê El-Ursî li rex çem heye û şikefteke navdar bi navê şikefta El-Tês heye. Li Baxozê du bircên kevnar ên serdema Romanî hene û li hemberî birca sêyemîn a bajarê El-Qaêm ê Iraqê hatine avakirin.

Şervanên QSD'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hovîtiyeke qirêjî der heqê hawîrdorê herêmê û welatiyan de kiriye û piştrast kir ku heta giştî herêmê ji van çeteyên qirêjî were rizgarkirin dê asta berxwedana xwe bilindtir bikin.

ANHA