‘Ta azadiya Ocalan em ê serî hildin û li ber xwe bidin’

Yekitiya Ciwanên Kantona Girê Spî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û tekez kir ku heta azadiya Ocalan û azadiya gelên bindest dê serî hildin û li ber xwe bidin.

‘Ta azadiya Ocalan em ê serî hildin û li ber xwe bidin’
‘Ta azadiya Ocalan em ê serî hildin û li ber xwe bidin’
‘Ta azadiya Ocalan em ê serî hildin û li ber xwe bidin’
‘Ta azadiya Ocalan em ê serî hildin û li ber xwe bidin’
23 îlon, 2018   06:32

SEMÎRA DAWÛD-GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Tu agahî ji Ocala nayên wergirtin û her wiha hevdîtinan bi Ocalan re jî bi hincetan tên redkirin.

Ciwanên Girê Spî jî li ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan gelek meş û hemle organîze kirin.

Têkildarî tecrîdê endamê Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) yê kantona Girê Spî Fîras Hisên got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serkeftina tekoşîna ciwanan rêya rast nîşan daye, û wiha axivî: “Em bi dirûşma Rêber Ocalan a ku dibeje `Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin`, çalakî û xebatên xwe dimeşînin da ku roleke pêşeng a ciwanan di pêşxistina civakê de hebe.”

Fîras di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê li ser rêgez û fikrên Ocalan têkoşîna xwe ji bo azadiya civak û jinan bi pêş bixin. Em ê hewl bidin zilm û gendeliya ku ji aliyê çeteyan ve li herêmê hatiye belavkirin ji holê rakin û li şuna wî aramî û ewlehiyê tekez bikin.”

Heya azadiye têkoşîn

Ciwahêr El-Faris jî tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û wiha axivî: “Em wek ciwan tecrîda li ser Rêber Ocalan şemezar dikin. Heya ku em tecrîdê rakin û rêberê xwe azad bikin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Her wiha endamê yekitiyê yê bi navê Ehmed El-Mihêdî jî wiha got: “Ji bo azadiya Ocalan em wek ciwanên kantona Girê Spî, gelek çalakî û xwepêşandan organîze dikin û em wan wek peyam ji bo dewleta Tirk û çeteyên wê bi rê dikin.  Li hemberî kesên ku maf û xaka me binpê dikin em ê bibin yek û berxwedana xwe berdewam bikin.”

(şx)

ANHA